PDK, şervanên ku ji Rojava hatin girtin

9 şervanên Enternasyonalîst ên ku ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bikin çûbûn Rojava, dema ku xwestin vegerin welatên xwe ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin.

Şervanên Enternasyonalîst Callûm Ross (Rizgar Çiya), Ozgan Ozdîl (Dêrsim AgÎîr), Anthonî Degatto (Rustem Fîst), Jûstin Schnepp (Şervan Agir), Mîrko Brûna (Mîrko Cûdî) ê ji Îtlyaye, Paola Andolîna (Azadî Raperîn) ji Îtalya, Damîen Rodrîgûez (Şêrzad Azad) ji New York, Fernando Sanches Grassa (Çiya Azadî) ji Espaniya tevlî YPG‘ê bibûn û li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şer dikirin.

Şervanên ji bo vegerin welatên xwe ku xwestin di Başûrê Kurdistanê re derbas bibin, li nuqteyekî ya kontrola asayîşê PDK’ê ku kêlometeyek û nîv mayî bigihêje Hewlêrêr, ji aliyê PDK’yiyan ve hatin girtin.