PDK rêgiriyê li nexweş, karker û şêniyên Mexmûrê dike

Asayîşa PDK’ê ya ku çalakiya jinan a li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî dike hincet rê li ber nexweş, karker û şêniyên Mexmûrê digire. Her wiha ketiye nava hewldanên provakatîf ku gel li hemberî saziyên wargehê sor bike.

Endamê Rêveberiya Karê Derve ya Mexmûrê Bêwar Unver li ser mijarê agahî da û diyar kir ku Asayîşa PDK’ê çalakiya jinan dike hincet, lê ew baş dizanin nêzîkatî siyasî ne û eger ev helwest dom bikin wê gel serî li rêbazên cuda û çalakiyên cuda bide.

Piştî serhildana gel a li Şêladizê pêk hat û helwesta Rêveberiya Başûr, nexasim jî ya Asayîşa PDK’ê li hemberî gelê herêmê û bi taybet li seranserê Başûrê Kurdistanê li dijî çalakiyên mafdar ên çi ji bo derxistina hêzên dagirker ên Tirk û çi jî ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê be, nêzîkatiyeke tund a êrîşkar raber dike. 

Bi çalakiya endamên Meclîsa Îştar a li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Hewlêrê re kir ku Asayîşa PDK’ê berê xwe bide Wargeha Penabera ya Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê. Unver bal kişand ser çalakiyê û nêzîkatiyên di serî de NY û Asayîşa PDK’ê û wiha got: “Bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê, komek ji jinan xwestin ku dengê xwe bigihînin NY’ê, daxwazên çalakvanên grevên birçîbûnê bên bihîstin û bi karê xwe rabin li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê dest bi çalakiya grevê ya bêdawî û dorveger kirin. Di roja duyemîn a çalakiyê de Hêzên Asayîşa PDK’ê yên Hewlêrê bi awayekî dij mirovî êrîşî konê çalakiyê û çalakvanan kir ku dawî li çalakiya xwe bînin. Li ser vê, çalakvanan nerazîbûn nîşan dan û hêzên asayîşê konê çalakiyê li erdê dan û amûrên wan belav kirin. Piştre jî çûn. Li ser vê jinan bi biryardarî anî ziman ku wê çalakiyên xwe bidomînin."

'SAZIYA MAFÊN MIROVAN A NY’YÊ QANÛNÊN XWE BINPÊ DIKE'

Unver anî ziman ku roja Yekşemê heyetek ji çalakvanên jin bi beşa Mafê Mirovan a NY’yê re civînek pêk aniye û dosyayek têkildarî armanca çalakiya xwe pêşkêş kirine. Unver got: "Encama ji çalakiyê derket sosret bû. Saziyeke ku mafê mirovan diparêze, aniye ziman ku ji derveyî avahiya wan çi êrîş li ser çalakvanan bê kirin wê ne berpirsyar bin. Ev bi vekirî nîşaneya hevkariya bi hêzên êrîşkar re ye û çavê xwe li norm û mafê mirovan girtine. Heman demê binpêkirina destûrên xwe ne. Çawa dibe saziyeke mafê mirovan nêzîkatiye wiha raber bike. Ev jî gûmanên ku ji ber berjewediyan destûrên xwe jî binpê dike ye."

'HELWESTA PDK’Ê XIZMETÊ JI BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ RE NAKE'

Endamê Rêveberiya Têkiliyên Karê Derve Bêwar Unver diyar kir ku piştî êrîşê têkilî li gel hêzên asayîşê daniye û bibîr xist ku wan ji bo wan aniye ziman ku çalakiya jinan çalakiyek mafdar û demokratîk e. Ti ziyanê nade aramiya bajêr û derdor. Unver got, "Çalakiyên me îro li her derê bi awayekî demokratîk tên kirin. Ti metirsiya vê çalakiyê ji bo herêmê nîne, ev nêzîkatiyên şaş xizmeta berjewendiyên neteweyî nakin. Her cara ku PDK dibîne li her alî çalakiyên demokratîk bi awayekî neteweyî pêk tên, xwe lê nagire û astengiyan derdixe."

'PDK RÊ NADE NEXWEŞ, KARKER Û GEL'

Unver bal kişand astengiyên ku hêzên Asayîşa PDK'ê derdixînin pêşiya şêniyên wargehê û got, "Bi awayekî ne hiqûqî û hincetên vala ev nêzî hefteyekê ye asayîşa PDK’ê rê li nexweş, karker û gelê Mexmûrê digre ku derbasî Hewlêrê bibe. Bi taybet di van 3-4 rojên dawî de hewl didin nêzîkatiyên provakatîf derbixin û gel li hemberî saziyên wargehê sor bikin. Gotinên; ‘Rêveberiyê we wisa dikin, dîsa hûn bi xwe bûne sedem ku em rê bigirin’ di nava welatiyê diçin bendên derbasbûnê de dikin. Dîsa rê didin hinekan rê nadin hinekan ve jî bihêle dubendî nava gel de pêk bîne. Çalakî kirina hincet, hedefkirin tê wateya gel kirina hedfê ye. Divê gelê me vê yekê bizane asta çalakiyê gihişte astekî ku beden li ber mirinê ne. Ji bo vê çi dibe bila bibe wê çalakiyê me tevî hemû astengî û rêgiriyan bidome. Divê hêzên rêgir û astegkar jî baş bizanin ev hincet in, hemû kiryar siyasî ne."

'ASTENGÎ Û RÊGIRÎ BIDOME WÊ HELWESTA GELÊ ME JÎ CUDA BE'

Bêwar Unver anî ziman, "Ji bo çareserkirina vê rewşê têkiliyên me berdewam in. Rastiyek jî heye hewlesta PDK’ê ya li beramberî gelê me û wargeha me ne rast in. Divê li ser vî esasî hemû kes tevger bikin. Unver bang kir ku ev helwest naber çareseriyê, wê bike ku helwestên gel zêde bibin û wê çalakiyên cur bi cur bên kirin. Unver diyar kir ku hewlesta gelê Mexmûrê ya li dijî van nêzîkatiyan zelal e û van nêzikatiyan qebûl nake. Eger rêgirî, astengî û zextên PDK’ê dewam bikin wê gel li dijî vê jî bibin xwedî helwest û çalakî bikin."