PDK li pey provokasyoneke nû ye

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hêzên PDK'ê ji sêgoşeya herêmên Hecî Umran, Çoman û Begova, Batûfa û Brîfka derbas bûne û derbasî Kanî Masî bûne.

PDK, li gel hişyariyan jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê hewldanên xwe yên provokasyonê dewam dike.

Ji meha Cotmehê ve hêzên leşkerî li qadên gerîla vediguhezîne û nuqteyên leşkerî ava dike.

PDK'ê bi konvoyeke ji 300 kesî, 56 wesayitên zirxî ku tank, top û çekên giran tê de hebû, hêzên xwe li navbera Çoman û Hecî Umranê bi cih kir.

Li gorî agahiyan, hêzên PDK'ê îro ji sêgoşeya herêmên Hecî Umran, Çoman û Begova, Batûfa û Brîfka derbas bûne û derbasî Kanî Masî bûne.

Tevî ku gerîlayên HPG'ê bi hêzên PDK'ê re axivîn û hişyarî dan, liv û tevgera li herêmê dewam dike.