PDK karkerên wargehê digire û xirab nêzî wan dibe

Şêniyên Mexmûr ên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû tên hiştin. Karkerên Wargeha Mexmûrê yên ku piştî 45 rojan ji girtîgehên PDK’ê derketin diyarkirin ku nêzîkatiyên ne baş bi wan re hatiye kirin.

Karkerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku dixwazin bikevin bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve tên girtin û li girtîgehan nêzîkatiyên xirab li gel wan dikin.

Karkerê ji Mexmûrê Mahîr Sêrtî yê ku 45 rojan di girtîgehên asayîşa Hewlêrê de mayî û berî 3 rojan hatî berdan diyar kir ku li asayîş û girtîgehên Hewlêrê ew rû bi rûyê gelek zorî û zehmetiyan hatine û got, “Ev nêzî salek û nîv e wargeha Mexmûrê di bin ambargoyekê de ye. Rêgiriyê li xwendekar, karker û nexweşên wargehê yên ku dixwazin biçin Hewlêrê dikin. Roja 25’ê Îlonê dema ku me xwestî ji bo biçin kar me berê xwe da Hewlêrê, di rê de du kesên bi cilên sivîl ên endamê Îstixbarata asayîşa Hewlêrê em dan sekinandin, nasnameyên me ji me girtin û em birin radestî benda nêz a kontrolê ya ketina Hewlêrê kirin. Li wir hêzên asayîşê em birin Asayîşa Giştî ya Hewlêrê, em nêzî 25 rojan li Asayîşa Hewlêrê man. Li wê derê me pir cara zor û zehmetî dît, gelek nêzîkatiyên nexweş li gel me kirin. Em xistin qawûşên ku nêzî 55 girtî tê de heyî. Di nava wan girtiyan de çeteyên DAÎŞ’ê û yên ku ji ber sûcên madeyên hişbir hatibûn girtin jî di wê qawîşê de hebûn. Li heman asayîşê çendîn caran em dixistin hucreyên biçûk, sê caran bi saetan dest û lingên me girêdayî em wisa dihiştin. Dema ku em dibirin ji bo îfadeyê jî dest û lingên me kelepçe dikirin û wisa em dibirin. Di dema îfadegirtinê de jî gotinên nerast û nexweş ji me re dikirin.

Piştî 25 rojên li asayîşa giştî, em derbasî girtîgehek din kirin û li wê girtîgehê jî 15 rojan em hiştin. Tevahiya wan 25 rojên em li asayîşa giştî bûn malbata me ji me bê agahî mabûn, destûr nedidan ku em bi malbatên xwe re bi telefonê jî biaxivin. Li wê girtîgeha din nû derfet dan û me li gel malbatên xwe axivîn. Piştî îfadeyên me li wê girtîgehê jî hatin girtin, ji bo berdana me ji me 1 milyon pere xwestin. Em bi xwe karker in, me got em nikarin ewqas pere bidin, hetanî gotin bila du 200 dolar be, me 200 dolar pere da wan û em ji nû de radestî asayîşa Koyê kirin. Li Koyê jî em nêzî hefteyekê girtî man. Li wir jî bi kefaletî û bi şertê hatina dadgehê em hatine berdan. Bi rûxmê ku em bê sûc jî bûn, lê em 45-46 rojan girtî man.”

Her wiha karkerekî din ê bi navê Eşref Korhan jî diyar kir ku dema ew hatin girtin cil û bergên wan ji ber wan kirine, dest û lingên wan girêdane û got, “Dema em hatin girtin hêzên asayîşê em birin Asayîşa Giştî ya Hewlêrê û li wir roja destpêkê cilên me ji ber me kirin û dest û lingên me girêdan. Di wê demê de gelek axaftinên nexweş ji bo me û tevahî gelên wargehê kirin. Em nêzî 25 rojan li asayîşa giştî man, li wê derê nêzîkatiyên nerast li me hatin kirin. Li wê asayîşê bi xwe mayîn êşkence ye. Di nava qawûşeke ku 55 kes tê de tiştek nebû em li ser razên, her kes li ser erdê radizan. Tenê ji bo ku me aciz bikin dengê televîzyonê jî bilind dikirin. Sibehan bi derba pêyan em radikirin, hertim bi dengê bilind stranên Erebî lêdidan. Ji xwe piraniya kesên di nava wê qawûşê de bûn jî çeteyên DAÎŞ’ê û yên ku ji ber madeyên hişbir hatibûn girtin hebûn. Piştî 25 rojên li asayîşa giştî em birin girtîgehek din, li wê girtîgehê jî piştî 15-16 rojan em radestî hêzên asayîşa Koyê ya ser bi YNK’ê ve kirin. Li Asayîşa Koyê jî em nêzî hefteyekê man. Piştî ku li wir jî îfadeyên me girtin em bi kefaletî û bi şertê ku dema ku gazî me bikin biçîn dadgehê hatîn berdan. Roja dadgehê jî diyar nekirine.

Ev nêzî salek û nîve rêya me girtine em karker in, em hemû kesên li wargehê sivîl in. Nayê zanîn ku çima vê yekê li me dikin. Daxwaza me ew e ku êdî îxanetê li me nekin, li cihê ku dostaniyê bi Tirkan re dikin bila bi me re bikin.”

Beriya niha 20 şêniyên wargehê ku ji wan 5 xwendevan û 15 jî karker bûn hi aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn girtin.