PDK ji bo baregehên Tirk biparêzin 3 hezar pêşmerge şendine Şêladizê

Piştî qetlîamên dewleta Tirk a li ser sivîlan û şûnde welatiyên Başûrê Kurdistanê ku xwe amadedikin baregehên Tirkiye bigirin, PDK ji bo pêşiya serhildanan bigire, bi armanca parastina navendên Tirk 3 hezar pêşmerge xistiye tevgerê.

Li gorî agahiyên hatin girtin, xelê Şêladizê amadekariyên raperînê dikin, PDK jî ji şeva 25’ê Hezîranê û vir ve bi kêmanî 3 hezar pêşmergeyên Roj şandineye herêmê.

Piraniya van pêşmergeyan li derdorî hêzên leşkerî yên Tirk ên li Şêladizê, Bamernê û Amêdiyê hatine bicihkirin, yên mayîn jî li kolanan haitne bicihkirin ji bo pêşiya çalakiyan bigirin. Li gorî dîmenên ji herêmê hatin, pêşmerge li gelek rê û kolanan bicih bûne.

Ev pêşketin, piştî qetlîamên dewleta Tirk a li ser sivîlan û serhildanên Şêladizê pêk hatin. Şêladizê ji bo daxwazên wan pêk bên 3 roj dem dabûn.

Sedemê serhildana Şêladizê êrîşên dagirkeriyê bûn. Artêşa Tirk a dagirker 20’ê Hezîranê sivîlên çûbûn zozanan û dîsa geşê û baxçeyan kar dikirin kirin hedef. Li gundên hatin hedefkirin de 2 wesayîtên ji baxçeyan divegeriyan hate xistin. Di her du wesayîtan de 4 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Yek ji ciwanên hatin qetilkirin di raperîna Şêladizê ya li dijî baregehên dewleta Tirk de derketibû ser panzêrê bû, ev jî dide nîşandan ku ev ciwan bi zanabûn hatiye hedefkirin.

Roja ku êrîş pêk hat gel li Şêladizê, Dêrelok û Amêdiyê li Şêladizê kom bûn. Di encama çalakkiyê de di hevdîtinên li gel rêveberên PDK’ê yên li herêmê re hatin kirin, hinek daxwaz hatin kirin.

Li ser vê çalakvanan daxwazên xwe weke 3 xal nîşandan û 3 roj jî wext da. Daxwazên çalakvanan wiha ne:

-Wê baregehên dewleta Tirk a dagirker li Şêladiz û Amêdiyê bên girtin, leşkekrên dewleta Tirk wê derkevin.

-Kesên di serhildana sala borî de hatibûn girtin wê bên berdan.

-Rêyên diçin gundên Rêkan wê bên vekirin û bomberdûmana li ser wê herêmê jî wê bê rawestandin.

Hezîrana 2019’an dewleta Tirk derdora Zap û Dêralokê bombe kiribû 5 sivîl şehîd bûbûn. Şêladizê ji ber vê rabûn serhildanê ber bi baregehên dewleta Tirk ve meşiyabûn û di demeke kin de baregeh ketibû destê sivîlan.