PDK hewl dide xeta di navbera Garê û Metîna qut bike

PDK pêşiya dagirkeriya Tirk vekiriye û ji bo meşrûkirina êrîşan niha jî hêzên xwe dişîne hin xetan. PDK niha jî hewl dide xeta di navbera Garê û Metîna qut bike.

Dewleta Tirk a di bin rêveberiya AKP, MHP û Ergenekonê de di Kanûna 2017’an de li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşeke dagirker dabû destpêkirin. Ev êrîş li Heftanînê didome û ji bo ya li dijî Metîna jî amadekarî didome. PDK hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk didomîne û tevkariyeke operasyonî dide meşrûkirina êrîşan. PDK li hin qadan hêzên xwe bi cih dike û hêdî hêdî dixwaze qadên gerîlayan teng bike.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên herêmê wergirtiye hêzên Leşkerê Gulan a ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye û wekî ‘hêzên taybet’ tên naskirin, piştî 14’ê Cotmehê dest pê kir ku ji gundê Spîlka heta qada Barzanê xwe bi cih bike. Pira gundê Xalan û herêmên din ên derbasbûnê hate girtin. Di 23’ê Cotmehê de jî sewqiyata ber bi navçeya Dînartê hate destpêkirin.

Wesayîtên leşkerî û yên bêplaka yên sivîlan tevî çekên giran sewqî herêmên Melkê, Dosteka, Gîsê, Dînartê, Mezrînganê, Navxoş, Difrî, Mamişmiş û gundên Asûran hate kirin.

Hêzên komando yên Zerevanî ku di bin rêveberiya Rawan Îdrîs Barzanî de ye jî hatine bajaroka Dînartê. Di 24’ê Cotmehê de di destê sibehê de li ser rêya ku ji gundê Dûvriye diçe qada çiyayî û li qada Girê Qulingeh a diçe gundê Gîsê jî dest bi çêkirina benda kontrolê hate kirin. Ev hêz tevî çekên giran tevdigere.

PÊŞMERGE NAXWAZIN

Ji ber ku pêşmerge naxwazin biçin qadên di bin kontrola gerîlayan de, ‘hêzên taybet’ ber bi van herêman ve hatine şandin. Berê jî li herêmê pêşmerge ji bendên kontrolê hatibûn derxistin û ev ‘hêzên taybet’ li van deran hatibûn bicihkirin.

LI DIJÎ QADÊN GERÎLAYAN E

Deşta Dînartê û Nehlê, girêdayî navçeya Akrê ya Duhokê ye lê ji ber ku nêzî Çiyayê Garê ye, wekî qadên gerîlayan tê zanîn. PDK’ê piştî herêma Zînê Wertê herêmên ku sewqiyatê lê dike, herêmên stratejîk in. Bi van gavan re dixwazin girêdana di navbera qadên gerîlayan qut bikin, dora gerîlayan bigirin û tevî Tirkiyeyê amadekariya êrîşekê bikin. Ligel ku hesabên Tirkiye li hev nayê jî, dixwaze êrîşa dagirker a li Heftanînê ber bi Metîna ve berfireh bike. PDK bi sewqiyata dawîn re dixwaze girêdana di navbera Garê û Metînayê qut bike.