PDK'ê tankên xwe li gundê Cidalê yê Şengalê bi cih kir

PDK'ê tankên xwe yên bir Şengalê, li gundê Cidalê bi cih kir.

Hat ragihandin, PDK'ê 5 ji tankên xwe yên di ser herêma Rebîa re derbasî Şengalê kir, li gundê Cidalê yê li rojhilatê bajêr e, bi cih kir. Ev gund, di navbera hêzên PDK û YBŞ'ê de ye. Piştî vî gundî êdî çeperên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dest pê dikin. Şevanên YBŞ'ê jî l gundê Xiyalê ne ku di 12'ê Mijdara 2016'an de rizgar kirin.

Wekî din, hat ragihandin ku PDK'ê 3 ji tankên şandiye Şengalê li bajarokê Sinûnê bi cih kiriye. Bajarokê Sinûnê jî ji aliyê çeteyên PDK'ê ve weke herêmeke leşkerî tê bikaranîn, ku van çeteyan di 3'ê Adarê de êrîşî Êzidiyan û YBŞ'ê kiribûn. Piştî êrîşên 3'ê Adarê, gelek Êzidiyên li Sinûnê ji bo PDK'ê şermezar bikin koçî çiyayê Şengalê kiribûn.

Balkêş e, piştî ku berpirsyarê îstîxbarata PDK'ê Mesrûr Barzanî di heman dema Erdogan de çû DYA, PDK'ê ev tank û hêzên xwe veguhast Şengalê.

Barzanî li saziyeke ramangerî ya li DYA axivî û ev gef xwaribû: "PKK pirsgirêkên xwe dixe nava sînorên Kurdistanê. PKK ji bo jinûve avakirina Şengalê û derdora wê nabe destek. Em ji PKK'ê dixwazin ku hurmetê nîşanî serweriya rêveberiya Kurdistanê bide. Divê PKK bi rêya aştiyane xwe ji Şengalê vekişîne."

Piştî ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî di dawiya meha Sibatê de çû serdana Tirkiyeyê, çeteyên ser bi PDK'ê li navçeya Xanesorê ya Şengalê êrîşî Êzidiyan kiribûn. 25'ê Nîsanê jî artêşa Tirk bi balafirên şer êrîşî Şengal û Rojava kiribûn. Piştî vê êrîşê jî PDK'ê guneh xistibû stuyê PKK'ê.