PDK'ê semînera '25'ê Mijdarê' asteng kir
Asayîşa PDK'ê, semînera ku Akademiya Siyaset û Demokrasiyê xwest bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Hewlêrê li dar bixe, asteng kir.
Asayîşa PDK'ê, semînera ku Akademiya Siyaset û Demokrasiyê xwest bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Hewlêrê li dar bixe, asteng kir.
Akademiya Siyaset û Demokrasiyê xwest bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li djiî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî li Hewlêrê semînerekê li dar bixe, lê belê asayîşê lidarketina semînerê asteng kir.
Semîner wê saet di 15:00 de dest pê bikira û dihate payin ku Alîkar Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên, Niştiman Kemal û Hawkat Cemal weke qiseker beşdar bibûna. Lê belê Asayîşa Hewlêrê nehişt ku semîner pêk were.