PDK’ê kesên ku qetlîam protesto dikirin, xist binçavan

Kesên ku qetlîama li ser sivîlan protesto dikirin a ku Tirkiyeyê kiriye, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin. Ji aliyê asayîşa Sîdekanê ve têketina gundê Bermizê hate qedexekirin.

Dewleta Tirk bi balefiran êrîşî bajaroka Qesrê ya Hewlêrê kiribû û li vê derê 4 sivîl hatibûn qetilkirin.  3 kesên ku xwestin vê qetlîamê protesto bikin ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku Binyamîn Yûsif, Rêbaz Mele û Xalîd Resû hatine binçavkirin.

Berpirsê bajaroka Qesrê ya PDK’ê Şaxewan Ehmed ji çapemeniya nêzî PDK’ê re gotibû ku ‘Li van cihên ku bomberdûman hatine kirin, baregehên PKK’ê hene’. 3 çalakgeran jî gotin ku ‘Li wê derê baregehên PKK’ê tune. Ew der cihê sivîlan e.” Piştî ku çalakgeran nerazîbûn nîşanî Şaxewan Ehmed dan, ev her sê kes ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

ÇÛYÎN HATE QEDEXEKIRIN

Ji aliyê asayîşa Sîdekanê ve çûyîna gundê Bermizê hate qedexekirin. Kesên ku xwestin biçin gund, paş ve hatin vegerandin. Hate ragihandin ku rojnamevanên ku dixwazin biçin qadê paş ve hatine vegerandin û têketina qadê hatiye qedexekirin.

Piştî qedexekirina qadê dewleta Tirk dîsa êrîşî gundê Bermizê û Lêlkanê kir. Ji ber êrîşên dewleta Tirk bax, baxçe, malên gundiyan wêran bû û gelek heywanên wan jî qetil bûn.