Balafirên şer ên Tirk 4 sivîl kuştin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev li gundên herêma Dolî Baleyan ê bajarokê Qesrê yê Hewlêrê xistin. Ji ber bomberdûmanê 4 sivîl mirin.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev li gundên herêma Dolî Baleyan ê bajarokê Qesrê yê Hewlêrê xistin. Ji ber bomberdûmanê 4 sivîl mirin.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev saet 01.05'an li gundên Wesan, Serkan, Mawna yên li herêma Dolî Baleyan ên bajarokê Qesrê xistin.
Diyar bû ku ji 4 gundiyên Başên ên ku hatin kuştin Kake Mistefa Ebûbekir û Şêro Mehmûd Ibrahîm pêşmerge ne.
Çar kesên ku hatin kuştin hevalê hev bûne û li gund çûbûna seyranê. Ên ku hatin kuştin rakirina morga Nexweşxaneya Soran.