'PDK'ê Abbas ji ber fikrên wî binçavkiriye'

Rojnamevan Îbrahîm Abbas ê ku li ser tora medyaya civakî rexne li malbata Barzanî kiribû hatibû binvçakirin,hevjîn û birayê wî diyar kirin ku Abbas ji ber fikrên xwe hatiye binçavkirin.

Hêzên asayîşê yên girêdayî PDK'ê di 4'ê Adarê de avêtin ser mala Rojnamevan Îbrahîm Abbas û Abbas binçavkirin û hê jî li Asayîşa Hewlêrê tê girtin. Rojnamevan Abbas li ser hesabê xwe yê facebookê ku rexne li malbata Barzanî kiribû hatibû binçavkirin.Têkildarî Abbas medyaya PDK'ê bi nûçeyekê ragihand ku Abbas bi hinceta ku 'bi telefonê ciranê xwe tengav kiriye' hatiye girtin. Lê belê hevjîn û birayê Abbas ku ji ANF'ê re axivîn ev îdîa derewandin.


Hevjîna Abbas, Sadiye Mihemed wiha got: "Avêtin ser mala me û 4 saetan lêgerin kirin. Piştre hevjînê min bi derbkirinê binçavkirin. Hevjînê min birine Asayîşa Hewlêrê. Lê belê tenê duh min hevdîtin li gel kir. Hevjînê min ji ber fikrên xwe hate binçavkirin. Em nizanin ku wê bibin pêşberî dadger yan ne."
Birayê Abbas, Aso Abbas jî nûçeyên malperên PDK'ê direwand û got: "Eger ku tiştek wisa hebe, ma pêwîst nake ku kes li aliyê din gilî bike? Tiştek wiha nîne. Kesê ji gilî ne kiriye. Birayê min tenê ji ber fikrên xwe yên siyasî hatiye binçavkirin."


Abbas ê ku hatî binçavkirin demekê bibû şêwirmendê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî û gelek caran li hevnekirin, ji ber wê ji erka xwe derket.


Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji bo berdana Rojnamevan Îbrahîm Abbas li ser tora medyaya civakî kampanyaya bi navê 'Freedom For Îbrahîm Ebas (ji bo Îbrahîm Ebas azadî) dabûn destpêkirin.