PDK di bin ala Herêma Başûrê Kurdistanê de baregehan ji artêşa Tirk re çêdike

Li cihekî Başûrê Kurdistanê ku beriya niha bi demekê gerîla derba giran li leşkerên Tirk xist, PDK'ê ala Herêma Başûrê Kurdistanê çikand û di bin siya wê de ji dagirkeran re dest bi çêkirina baregeheke leşkerî kir.

Li gorî dîmenên ku gihîştin ANF'ê, li herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê baregeheke leşkerî tê çêkirin.

Ev baregeh jî li Qada Komoanda ya li Girê Amediyê tê çêkirin, ku gerîla niha li wê derê bi rengekî çalak şer dike.

Di dîmen de tê dîtin ku PDK'ê ala Herêma Başûrê Kurdistanê li ser vî girî çikandiye û di bin siya alê de ji bo artêşa Tirk baregeheke leşkerî çêdike.

Li ser gelek deverên gir alên Herêma Kurdistanê ya Federal tê dîtin û gelek dîwar lê hatine lêkirin.

Rojnamevan Kûrtay Serhat di dema kişandina dîmen de diaxive û dibêje, "PDK di bin siya ala Başûrê Kurdistanê de ji artêşa Tirk re qereqolê çêdike."

LI CIHÊ KU DERB LI LEŞKERÊN TIRK HATE XISTIN, QEREQOLÊ ÇÊDIKIN

Kûrtay Serhat bi bîr dixîne ku artêşa Tirk a dagirker şeva 4'ê Tîrmehê leşkerên xwe li vê derê danî bû, piştî rojekê jî yanî di 5'ê Tîrmehê de gerîlayan li vê derê çalakî kirin.

Kûrtay Serhat dema qala mijarê dike, yek ji alên li ser gir hatine çikandin nîşan dide û dibêje, "Li vir, li vî cihê ku al hatiye çikandin, leşkerên Tirk bûn hedefa gerîla. Leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bû."

Her wiha gelek dîmenên ku vê agahiyê piştrast dike nîşan da. Li heman nuqteya ku 6'ê Tîrmehê li leşkerên Tirk hate xistin, ala Kurdistanê hatiye çikandin. Hinekî jê wêde jî qereqol tê çêkirin.

PDK bi mehan e ji bo dewleta Tirk li cihên dagirkirî baregehên leşkerî çêbike, seferber bûye. Her wiha gelek caran bi hawara leşkerên Tirk ve çû, ku artêşa Tirk derbên giran ji gerîla dixwe.

KARAYILAN: WERIN AMEDIYÊ, HÛN Ê BAREGEHÊN LEŞKERÎ BI XWE BIBÎNIN!

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûrat Karayilan jî 22'ê Îlonê di hevpeyvîneke xwe de ku li ANF'ê hate weşandin, diyar kiribû ku piştgiriya PDK'ê ya ji dewleta Tirk re ji bo Başûrê Kurdistanê pêşî li çareseriyê digire.

Karayilan got, "Eger dewlet karibe gerîla biqedîne, wê li tevahiya Kurdistanê qirkirinê bike. Divê PDK bi vî rengî tevnegere, çima bi vî rengî dike? Me fêhm nekir. Bi rastî jî divê ev rewş ji wan bê pirsîn. Bila ji gel re îzah bikin, bê çima bi vî rengî tevdigerin."

Karayilan destnîşan kir ku PDK neçar e îzah bike û got, "Îro zilmeke giran li mirovên me tê kirin. Em li ber zilmê radibin. Gelo alîkariya ji bo dagirkeran a lojîstîkî, îstîxbaratê, dorpêçkirin, girtina rê, alîkariya bi her awayî tê çi wateyê? Em ne li bendê bûn ku ewqasî bibin alîkar. Ji ber vê yekê divê îzah bikin."

Karayilan anî ziman ku PDK ji bo dewleta Tirk li Amediyê rê çêdike û ragihand ku ev yek rewşeke ji rêzê nîne, "Li wê derê 3 çeperên me hene. Dijmin fêhm kir ku nikare van çeperan bi dest bixe. Piştre jî taktîka xwe ya ku PDK'ê bixe nava meseleyê xiste dewrê. Dewleta Tirk hewl dide di navbera Kurdan de şer bide destpêkirin. Ji ber vê yekê em gelekî hesas tevdigerin, lê belê PDK qet hesas tevnagere."

Karayilan bang li her kesî kir ên dixwazin vê rastiyê bi xwe bibînin ku bên Amediyê û got, "Wê li wê derê her tiştî bibînin. Li her derê leşkerên Tirk hene û baregeh ji wan re têne çêkirin. Baş e cih cihê we ye, lê belê niha di navbera me û dewleta Tirk de li wir şer heye, nekevin navberê. Wê demê bihêlin bê em ê wan têk bibin, ya jî ew ê me têk bibin. Baweriya me diyar e. Dewleta Tirk heta niha ku der bi dest xistiye? Hevalên me 2 sal in li Avaşînê li dijî dewleta Tirk sîng bi sîng şer dikin. Li her derê em şer dikin. Li dijî bombardûmanê, êrîşên hewayî, çekên kîmyewî, li hemberî her cûre teknîkê em şer dikin. Eger hinekî xwedî wijdan bin wê hevkariyê bi dewleta Tirk re nekin. Dewleta Tirk ji xwe dewleteke dagirker e, çawa dikare jê re bibe alîkar?"