'PDK bi roleke pir xedar radibe'

Rojnamevan Serdar Altan û Nivîskar Yaşar Eroglu nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dan û gotin: "Pêwîstiya Kurdan ji her demê bêhtir bi yekitiya neteweyî heye."

Rojnamevan Serdar Altan û Nivîskar Yaşar Eroglu, hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û girîngiya yekitiya neteweyî ji ANF’ê re nirxandin.

'HEVKARÊ DIJMINÊ GELÊ KURD'

Rojnamevan Serdar Altan ku salên dirêj li Başûrê Kurdistanê rojnamevanî kiriye, anî ziman ku di sed sala dawî de di her alî de dijminê gelên Kurdistanê zêde bûne û wiha axivî: “Gelê Kurd di vê sed sala dawî de, xwedî gelek dijminan e. Ji ber ku Kurdistan hatibû çar parçekirin û li her parçeyî jî dihat xwestin, Kurd werin tinekirin. Li Bakurê Kurdistanê ji destpêka sedsala dawî û heta niha geh bi serhildan, geh jî komkujî û qirkirin timî bi serê Kurdan de berdewam kiriye. Dema ku mirov wiha dinirxîne jî ji xwe dijmînê Kurdan zêde bûne. Di salên dawî hêzên navdewletî tevlî vê dijminatiya li dijî Kurdan bûn. Ji ber ku pergala gelê Kurd dixwest, pergala sîstema hêzên navdewletî ji xwe re xetere didît. Vê yekê kir ku eniyên li dijî Kurdan hîn berfireh bibe. Lê belê ti kesê hêvî nedikir ku Kurd bi xwe dijminatiya hevdû bikin. Mixabin ev zêdetirî 30 sal e ev di nava Kurdan de jî pêk tê. Li Başûrê Kurdistanê bi taybet Partiya Demokratîk a Kurdsitanê (PDK) ji dema ku PKK li Başûr bi cîh bûye û heta niha rageşiyê di nava Kurdan de derdixe. 

Di salên 1990’î de baş tê bîra me, di operasyonên Tirkiyeyê li dar dixist de, PDK’ê cîh digirt û wan bi xwe dixwest li dijî Kurdan êrîşan pêk bînin. Di nava Kurdan de çendîn salan pevçûnên dijwar jî derketin û gelek Kurdan jî di van pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Demekê navê vê jî weke birakûjî dihat bilêvkirin. Her wiha di nava PDK û YNK’ê de jî ev yek pêk dihat. Piştî demekê hat xuyakirin ku ev ne birakûjiye. Ev yek tiştek dine. Dema ku birakûjî be, du alî yan jî du bira xwe li hev sor dikin û neheqiyan li hev dikin û bi awayekê pevçûnek di nava wan de çê dibe. Lê belê divê mijarê de aliyek dibêje, ‘divê di her alî de em yekitiyek neteweyî saz bikin û li hemberî dijmînê xwe yek destê gelê xwe biparêzin’. Aliyê din jî dibêje, ‘nexêr pêwîstiya min bi tiştek wiha nîne. Cihê ku ez niha lê me têra min dike û ez Kurdistanek berfireh naxwazim. Yan jî gelê Kurd kî li kû derê, çawan dijî min eleqeder nake’. Ev alî jî timî li ser vê bingehê dijminê vê tevgerê dike û êrîş dike. Ev tiştek dine û mirov nikare bibêje şerê birakûjî. Ev hevkariya bi dijmînatiya gelê Kurd re ye.”

'PÊŞMERGE Û LEŞKERÊN TIRK BI HEVRE ÊRÎŞÎ KURDAN DIKIR'

Altan bi bîr xist ku di salên 1990’î de hêzên PDK’ê bi awayek çalak cihê xwe di nava operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan de digirt û wiha pê de çû: “Leşkerên Tirk û pêşmergeyên PDK’ê bi hevre êrîşî Herêmên Parastina Medyayê dikir. Di vî şerî de jî gelek windahî jî hatin dayîn. Li Başûrê Kurdistanê gelek kesên zirara vî şerî dîtine jî hene. Helbet gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên sivîl jî ji vî şerî zirar dîtin. Şerekî ku hemû Kurdan ji dil ve diêşand û xemgîn dikir. Ev ne mijareke niha ye. Lê belê piştî salên 2000’î ev yek hinek rawestiya. Yanî çawan? PDK, YNK, partiyên din ên Başûr û gelê Başûr jî dît ku êdî berjewendiya vê ji ti kesê re tineye. Ji ber vê yekê ev demek bû rawestiya bû. Di wê demê de jî Başûr dixwest sîstema xwe ya federalî ava bike. Di wê demê de ev pirsgirêkên weke roja îro neman. Lê belê dîsan jî nerehetî hebû û timî pirsgirêkên diyalog û siyasî dihat jiyin. Lê di salên dawî de ev 4-5 sale ev yek carek din derket holê.

Li gorî hin îdiayên ku di operasyona Tirkiyeyê ya li Garê de hêzên pêşmerge tevlî bûne. Ev yek me hemûyan xemgîn dike. Ev îdia çiqas raste hîna nehatiye pişterastkirin. Lê ev hemû Kurdan xemgîn dike û dixe nava fikaran.”

'XEWN Û XEYALÊN SED SALÎ YÊN KURDAN'

Altan bal kişand li ser girîngiya Yekitiya Neteweyî ya Kurd û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: “Pêwîstiya Kurdan ji her demê bêhtir bi yekitiya neteweyî heye. Hewldanên ji bo vê yekê salên dawî zêde bûn. Hin gavên dîrokî hatibin avêtin jî ev xewn û xeyala sed salî ya Kurdan hîn jî li benda pêkhatinê ye. Ev xewn û xeyala di pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de ji bo yekitiya neteweyî xebat hatin meşandin û gelek serketî jî berdewam dikir. Armanc ew bû ku hêzên Kurd werin cem hev û hemû pirsgirêkên Kurd dijîn bi hevre çareser bikin. Lê mixabin hewldanên KNK’ê yên ji bo yekitiya neteweyî ji ber hin partiyan negiha armanca xwe. Di serî de PDK li dijî vê yekê derket. Di salên dawî de li Rojava xebatek girîng ji bo yekitiya neteweyî pêk hat, ew jî bi heman rêbazê hate xirakirin. Dîsan li Bauûr xebatek hate meşandin û heta tifaqê jî berdewam dike. Lê mixabin yekitiyek ku hemû parçeyan û Kurdên Diasporayê bixe nava xwe nehatiye pêk anîn. Ji bo ku divê sed salê de Kurd winda nekin divê teqez Kurd yekitiya xwe ava bikin. Eger ku yekitiya Kurdan were avakirin, li seran serê cîhanê her kes neçare ku Kurdan nas bike û muxatab bigre. Li Rojhilata Navîn aktorê sereke niha Kurdin. Divê li gorî vê yekê Kurd li paşeroja xwe binêre.”

'JI BO KURDAN TENÊ YEKITÎ PÊWÎST E'

Nîvîskar Yaşar Eroglu jî anî ziman ku gelên Kurdistanê di serdemek gelek girîng re derbas dibe û wiha axivî: “Derfet hene ku di vê sed salê de Kurd yekitiya xwe ava bikin û bibin xwedî statu. Eger Kurd divê serdemê de yekitiya xwe ava neke, dibe ku Kurd di vê serdemê de jî têk biçe. Ji bo Kurdan tenê îro yekitî pêwîste. Ji ber ku gef li hebûna neteweyî ya Kurdan tê xwarin, yekitiya neteweyî ji bo Kurdan di asta jiyanî de girîng e. Mafên neteweyî yan nayên naskirin, tê înkarkirin, ya jî dest li mafên wan timî tê werdan. Lewma rewşeke rewa ye ku nûnerên siyasî yên gelekî ku gef li maf û hebûna wan a neteweyî tê xwarin li ser xeteke hevpar li hev kom bibin. Berpirsyariya wan e ku di nava xwe de hevkariyê bikin. Bêguman nepêwîst e ku di her mijarê de weke hev bifikirin. Di mijar, pîvan û armancên bingehîn de li pêşberî gelê Kurd xwedî berpirsyariyeke exlaqî û siyasî ya dîrokî ne.”

'PDK ROLEKE PIR XEDAR DILÎZE'

Eroglu nerazîbûn nîşanî polîtîkayên PDK’ê yên li dijî Kurdan da û got: “Dema ku em îro li xebatên ji bo yekitiya neteweyî dinêrin, dibînin ku PDK ji yekitiyê direve û cihê xwe li gel dagirkerên Kurdistanê digre. Hemû cîhan ji neyekbûna Kurdan sûdê werdigre û êrîşî Kurdan dike. Di vî alî de jî PDK rolek ne bi xêr dilîze. Divê demê de PDK tenê li gorî berjewendiya partiya xwe tevdigere û li ser xeta dijminatiyê tevdigere. Bi salan e ku PDK li dijî gelê Kurd li gel dijminê Kurdan siyaseta hevkariyê dimeşîne. Berê birakûjî hebû, lê niha siyaseta PDK’ê li dijî Kurdan bêhtir xedar bûye. Garê 40 km di kûraya erdnîgariya Başûr de ye. Bêyî destûra PDK’ê dewleta Tirk dikare çawa êrîşeke xedar pêk bîne? PDK roleke pir xedar û xayîn dilîze. Dijminê Kurdan heta Garê hatin, ev çi helwest e? Vê yekê carek din hevkarî gelek eşkere xuyanî kir. Divê gelê Kurd îxaneta tê kirin bibîne û efû neke.”