BI DÎMEN

PDK a ku meşa 15’ê Sibatê asteng kir, 4 ciwan binçav kirin

Meşa Dirêj a rêxistinên Ciwanê Başûrê Kurdistanê ku ji 10’ê Sibatê ji Silêmaniyê ji bo şermezarkirina Komployê dabûn destpêkirin, di rojên dawî de ji aliyê hêzên Asayîşa ve hatin astengkirin. 4 ciwan jî hatin binçavkirin.

 

 

Çalakgerê ku îro di saetên danê nîvroyê de gihiştin nuqteya Pirdê ya ketina Hewlêrê, ji aliyê hêzên Asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin. Hêzên Asayîşê diyar kir ku ferman ji jor hatiye û li rê nadin çalakger derbas bibin.

Li ser astengiyan çalakgaran heta saetên dereng ên şevê çalakiya rûniştinê li dar xistin, piştî re bi daxuyaniyekê helwesta PDK’ê şermezer kirin û gotin: “Ev nêzîkatî ti têkiliya xwe bi welatparêzî û netewiyê ve nîne, berovajî ximet komplogeran dike.”

HELWESTA PDK’Ê TI TÊKILIYA XWE BI WELATPARÊZIYÊ VE NÎNE

Li ser navê komîteya amadekar Erdal Engîn daxuyanî da û got: “Em îro ne li Tirkiye û ne jî li dijî polîsên Tirk dimeşin. Em ji Herêma Başûrê Kurdistanê dixwazin biçin paytext Hewlêrê. Ev der Kurdistane û em dixwazin bi meşa xwe komploya li ser Rêbertiya me û gelê me protesto bikin. Lê mixabin em ji aliyê hêzên patiya bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve tên astengkirin. Ev helwest û nêzîkatî ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve ti têkiliya xwe bi welatparêzî û netewîbûnê ve nîne. Em bi vekirî dikeve zimeta hêzên komploger e.”

SPASIYA HER KESÊ DIKIN KU ALÎKARÎ DANE

 Engîn, spasiya her kesê ku di dema meşê de bi taybet hêzên asayîşa girêdayî YNK’ê welatiyên li Bazyan, Tekke, Çemçemal, Kerkuk ku ew baş pêşwazî kirin û alîkarî dane wan kir.

Engîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi ti awayî van astengiyan qebûl nakin, Bila her kes baş bizanibe wê ji niha û şûn ve jî têkoşîna me bidome. Bi felsefeya Rêber Apo wê ev têkoşîn mezin û xurt bibe.”

Piştî daxuyaniyê 4 ciwanên ku ber bi Hewlêrê ve diçûn ji aliyê hêzên Asayîşa PKD’ê ve hatin binçavkirin. Ne hat zanîn ku ka kesên ku hatine binçavkirin birine kû derê.