Paylan: Divê em bi hev re tevbigerin

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan diyar kir, raya giştî ya Tirkiyeyê ku dibînin neheqî li şaredariyên HDP'î hatiye kirin, divê hîn bêhtir nerazîbûnê nîşan bidin û got, "Divê em bi hev re tevbigerin."

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î dest pê kir di roja 19'an de ye. HDP'î li Amed, Wan û Mêrdînê her roj dadikevin qadan û diyar dikin ku heta qeyûman ji bajarên xwe bişînin wê li ber xwe bidin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan diyar kir, nerazîbûna ku li rojavayê Tirkiyeyê li dijî qeyûman tê nîşandan têrker nîne, lê belê tevî vê yekê jî her kesî fêhm kiriye ku neheqiyeke mezin hatiye kirin.

KAMPANYA AKP'Ê BI SER NAKEVE

Paylan bal kişand ser kampanya pêşhikmuyê ya AKP'ê ya li dijî hevşaredarên HDP'î dimeşîne û anî ziman, vê kampanyayê jî bi gotina 'cihêkariyê' dikin. Paylan got, "Ev kampanya AKP'ê bi ser nakeve. Derewan dikin û dibêjin ku me pere şandine çiyê. Bi van gotin û derewan nikarin kesî bixapînin. Raya giştî ya rojava ji cara berê cudatir dibîne ku neheqiyeke mezin hatiye kirin. Bêguman di asteke têrker de çalakî nayên kirin. Hilbijêran bi rengekî eşkere li Enqere, Stenbol, Edene, Mersîn û Îzmîrê helwesta xwe nîşan da. Tevî hemû polîtîkayên Erdogan ên dijminkirinê jî hilbijêr ji hev qut nebûn û bi hev re tevgeriyan."

'EGER EM AMEDÊ RIZGAR BIKIN EM Ê STENBOLÊ JI DEST NEDIN'

Paylan destnîşan kir gel li dijî helwesta otokrat a Erdogan helwesteke hevpar nîşan didin û got, "Li dijî Erdogan bûn yek û ew têk birin. Erdogan niha êrîşî Amed, Wan û Mêrdînê kir. Ji ber vê yekê divê raya giştî ya rojavayê Tirkiyeyê hîn bêhtir bi gelê van sê bajarên me re bin. Em vê bangê dikin û hewl didin wêrekiyê di vê çarçoveyê de biafirînin. Cihê kêfxweşiyê ye ku hin hevalên me yên CHP'î di vê mijarê de helwesteke têrker nîşan didin. Helwesta Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, her wiha ya Alî Şeker û çend hevalên me yên CHP'î hêja ye. Divê CHP weke sazî jî bi heman wêrekiyê tevbigere. Eger em vê wêrekiyê niha nîşan bidin em ê hingî Stenbol û Enqereyê ji dest nedin. Rizgarkirina Amed, Wan û Mêrdînê wê rewş û atmosfera tirsê ji holê rake. Divê em bi hev re tevbigerin. Em bang li her kesên ku daxwaza demokrasiyê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin."