Payiza gerîla ya li Metîna

Darên fêkî yên li herêma Metînayê bêhneke xweş dide çiyayên ku her roj bi balafirên şer tên bombekirin û bi vî rengî li ber şer radibe. 

Ji bo em jiyana gerîla hê bêhtir keşif bikin, ji bo em payiza gerîla bibînin, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê me berê xwe dan Metînayê.

Beriya xwe bigihînin herêma Metînayê, me li Xabûrê bêhn vedan. Hevala min Jiyan ku me bi hev re dest bi rêwitiyê kir, gerîlayek nîşan da ku bi rûkenî ber bi me ve dihat. Bi silava ji dil, gerîla Alî xwe da naskirin.

Mîna ku em dostê hev ê gelekî kevn in me li hal û rewşa hev pirsîn. Kes nizane bê kî ji ser vî çemê derbas bûne kî derbas nebûne. Kes nizane bê çend gerîla, çend hevalan mîna Alî li ser vî çemî destê xwe şuştiye û av jê vexwariye. Gerîla Alî bi kelecanî ji me re qala Xabûrê dike. "Xabûr baskekî Dîcleyê ye. Xwe gihandiye ava ji çiyayên Colemêrgê tê û bi vî rengî veguheriye çemê Xabûrê." Bi berdewamî qalê dike: "Ji Şirnex-Qilabanê diçe Zaxoyê û dibe Çemê Hêzilê. Piştre ji wir jî li ser rêgeha rojhilat-rojava li Bakur-Başûr û Rojhilatê Kurdistanê digere û tevlî Dîcleyê dibe. Ev çem li sê parçeyên welatê me digere û li her cihî jî gerîla hene. Ez kengî destê xwe dixim nava vê avê, hevalên min tên bîra min. Di wê baweriyê de me ku ev av hezkirin û dilsoziya min ji wan re dibe."

Darên fêkî yên li herêma Metînayê bêhneke xweş dide çiyayên ku her roj bi balafirên şer tên bombekirin û bi vî rengî li ber şer radibe. Di nava darên gwîzan ên ji rengên zer û kes, em ber bi bexçeyan ve dimeşin; tirî, hinar, sêv, bîhok...

Li nava bexçeyan me gerîla Firat nas kir ku fêkiyan dide hev. Piştî ku fêkî da me, anî ziman ku ew ne tenê ji bo xwarinê her wiha ji bo çêkirina rîçala zivistanê jî fêkiyan dide hev. Hevala me Jiyan ji gerîla Firat dipirse, ku ji kengî ve rîçalê çê dike? Bersiva ku gerîla Firat dide me matmayî dihêle. Gerîla Firat ji Rihayê ye, lê li Îzmîrê mezin bûye. Qet nezaniye rîçalê çê bike. Ji hevalekî hîn bûye.

Li Metînayê, di rêwîtiya xwe de li her bêhnvedanê em gerîlayên cuda nas dikin û hînî tiştên nû dibin.

Êvarê di bêhnvedana dawî de me komek ji gerîla ya li dora êgir rûniştiye û sohbetê dikin, dît. Sohbeta wan a li ber êgir têra fêhmkirina jiyana gerîla dike.