'Paşeroja Rojhilata Navîn bi Rêber Apo ve girêdayî ye'

Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken tecrîdkirina Ocalan nirxand û got, "Paşeroja azad a Rojhilata Navîn bi jiyana azad a Rêber Apo ve girêdayî ye."

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi şiyara "Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin" dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşînê kir. Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken ev pêvajo nirxand û işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê kir.

Rûken di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî û diyar kir, bi komployê re xwestin pêşî li lêgerîna azadiyê bigirin ku li Rojhilata Navîn bi cih nebe. Rûken got, "Lê belê Rêber Apo li Îmraliyê bîrdoziya xwe ya azadiyê xurtir kir. Niha jî ji bo pêşî li wê bigirin hewl didin bi temamî dengê Rêber Apo bibirin. Bi kurtasî tecrîdê ji ber vê yekê dikin. AKP-MHP ji bo tolê ji Kurdan hemûyan hilînin êrîşî Rêber Apo dikin û ji bo tolê ji Rêber Apo hilînin, êrîşî Kurdan û jinan dike."

BERXWEDANA PÊNGAVA AZADIYÊ WÊ BIBE ASTA HERÎ BILIND A DESTKETIYAN

Zerîn Rûken diyar kir, pêngava wan a azadiyê li ser vê bingehê dest pê kiriye û got, "Ji ber berpirsyariya dîrokî, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye. Gavên ku em di nava vê têkoşînê de biavêjin, ji bo gelê Kurd, gelên bindest û jinên ji bo azadiyê têdikoşin wê diyarker bin. Berxwedana pêngava azadiyê wê heasabpirsîna dîrokî ya ji dewleta Tirk be, wê bibe asta herî bilind a destketiyan."

'DI DÎROKA BERXWEDANÊ DE EM BÛNE KÊLIYA AZADIYÊ'

Zêrîn Rûken anî ziman, ev pêngava azadiyê wê komploya navneteweyî jî hilweşîne û wiha dewam kir: "Rêber Apo bi nêrîn û fikrên xwe ji bo me, ji bo tevahiya mirovahiyê rê li ber jiyaneke nû ya azad vekir. Di demeke wiha de me dît ku rêbaza me divê rêbaza serketina mezin be. Ji ber vê yekê me pêwîstî bi ragihandina seferberiyê dît. Banga me ya seferberiyê nîşanî her kesî da ku êrîş iqasî giran e, metirsî çiqasî mezin e. Em ê bi hêza xwe hemû êrîşan têk bibin. Berxwedana Rêber Apo di vê çarçoveyê de dîrokî ye. Em jî di nava wê dîroka berxwedanê de bûne kêliyeke azadiyê û têdikoşin."

FAŞÎZM ASÊ MA YE, JIN WÊ BI SER BIKEVIN

Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken diyar kir ku berê berxwedana wan li azadiyê ye û got, berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û li zindanan û her derê belav bû, bûye malê gel.

Rûken bi bîr xist, li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û çalakiyên gel tên lidarxistin û got, "Çalakiyên Leyla Guven, girtiyên PKK û PAJK'ê, berxwedêrên li Strasboûrg, Hewlê, Brîtanya, Kanada, Mexmûrê berbelav dibin û wê tevlîbûnên cuda mezintir bibin. Her wiha gelek aktîvîst, akademîsyen, hunermend, nivîskar, rojnamevan, hiqûqnas, siyasetmedar ên li cîhanê navdar in eşkere kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven."

Rûken diyar kir, faşîzm asê maye û wiha dewam kir: "AKP-MHP derbê dixwin. Li ber hilweşîn û têkçûnê ne. Em ê vê yekê bi sekna rêxistinbûyî û refleksa jinê ya li nava berxwedana civakî bi ser bixînin. Leyla Guven û berxwedêrên zindanan pêşengiyê ji vê re dikin. Kurd ji bo hebûna xwe biparêzin, bi rengekî azad, xwedî îrade û bi rûmet bijîn, bi hemû hêza xwe li dijî qirkirinê li her derê li ber xwe didin. Gelê Kurd bi ziman, çand, aborî û sîstema xwe ya xweser gelekî qedîm û esîl ê Rojhilata navîn e. Lê tevî vê yekê jî nayê xwestin ku di nava sîstema dewletên dinyayê de hebûna vî gelî bê qebûlkirin. Li dijî vê yekê jî berxwedaneke mezin heye. Lewma rejîma AKP-MHP'ê li gorî dilê xwe nikare hegemonya navendî ava bike. Yanî em bûne belayê serê modernîteya kapîtalîst."

FAŞÎMZÊ DERB XWAR

Zêrîn Rûken destnîşan kir, jinên rêxistinbûyî, Kurdên rêxisinbûyî sîstemê tengav dikin û got, "Gelê Kurd û jin hêza herî rêxistinbûyî û çalak a li Rojhilata Navîn e. Paradîgmaya neteweya demokratîk bi pêşengiya wan dikeve meriyetê. Niha bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê hene ku ev paradîgma pejirandine."

Rûken bal kişand ser têkoşîna wan a li dijî faşîzmê û got, "Faşîzmê derb xwar.Bi berxwedaneke zêdetir, bi sekna civkî ya gel û çalakiyan wê faşîzm bê têkbirin. Yê ku vê dike, rastiya gelê şervan e ku bi pêşengiya Rêber Apo zane bûye. Rêxistinbûn û serketina gel a di bexwedana civakî de wê her tiştî diyar bike. Em dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku pêngava Rêbertî ya KJK'ê tenê ji çalakiyan pêk nayê. Garantiya herî mezin a ku êrîşan hemûyan beralî bike, civaka ku xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî ji her alî ve bi rêxistin kiriye. Rêxistinbûna me ya civakî ya xwe dispêre vê yekê, paşeroja azad a gelan e. Pêşengiay herî xurt a ji şerê gel ê şoreşgerî ye ku jin li her parçeyî sîstema me ya jinên bi xurtî ava bikin. Paşeroja azad a Rojhilata Navîn bi jiyana azad a Rêber Apo ve girêdayî ye."

Di dewama axaftina xwe de Zêrîn Rûken bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û got, "Hilbijartinên xwecihî ji bo qelskirina tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê gelekî girîng e. Bakurê Kurdistanê ji bo Reber Apo timî di pêvajoyên cuda de rol lîstiye. Karê ji bo pêngava berxwedan û azadiyê, di heman demê de wê bi kêrî hilbijartinê jî were. Pêngava me wê bandoreke xurt li hilbijartinê jî bike. Pêwîste gelê me ji bo şikandina tecrîdê biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin. Di vê hilbijartinê û berxwedanê de performansa jinan û ya gelê me gelekî girîng e. Divê di hilbijartinê de serketin esas bê girtin."