Parvekirinên medya civakî bû hinceta doza li dijî rojnamevanan

Der barê 7 rojnamevanan de bi hinceta ku lînka nûçeyeke der barê Alîkarê Fermandarê Giştî yê Jendermeyan Mûsa Çîtîl di medya civakî de parve kirin, tê xwestin ku ji salekê heta sê salan cezayê girtîgehê bê birîn.

Nûçeya ku bû mijara sûcdarkirinê, der barê sûcên şer ên dewleta Tirk ên li navçeya Sûr a Amedê bû.

Rojnamevanên ku nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ya hate girtin (DÎHA) li medya civakî parve kirin der barê wan de doz hate vekirin.

Rojnamevanên ku doz li wan hate vekirin Omer Çelîk, A. Vahap Taş, Çagdaş Kaplan, Selman Çîçek, Hamza Gunduz, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gonenç in ku rûniştina dozê ya çaremîn li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Rojnamevan Kemal Sancili ku ji dozeke din girtî ye ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû. Rojnamevanên din tevlî rûniştinê nebûn.

Dozgeriya Tirk parvekirinên li medya civakî weke hedefnîşandana Çîtîl şîrove kir û xwest rojnamevan ji salekê heta sê salan bên cezakirin.

Parêzerê rojnamevanan Resûl Tamûr ji bo parastinê bikin daxwaza demekê kir. Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û rûniştina doza li dijî rojnamevanan heta 18'ê Kanûnê taloq kir.