Partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê dest bi Newrozê dikin

Partiyên Tifaqa Kurdistanî wê li Amedê, partiyên çepgir jî wê li Stenbolê dest bi pîrozbahiyên Newrozê bikin.

Newroza li Amedê wê bi dirûşma "Dem dema serketinê ye" 10'ê Adarê dest pê bike.

Di pîrozbahiyê de ku wê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê lidarxistin, partiyên Tifaqa Kurdistanî Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), KDP-Bakur, Partiya Azadî, Partiya Mirov û Azadî (PÎA), Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD) wê bi hev re deklarasyonekê biweşînin.

Di rojeva bingehîn a Newrozê de wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî ya Kurd hebe.

Li Stenbolê jî 11'ê Adarê wê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP'ê, bi beşdariya partiyên çep deklarasyon bê eşkerekirin.

Deklerasyon li Amed û Stenbolê were eşkerekirin jî agirê destpêkê yê Newroza îsal wê 15'ê Adarê li navçeya Elkê ya Şirnexê bê dadan, ku ji Nîsana 2021'ê û vir ve êrişên giran li ser Elkê heye.