Partiyên Kurd li Kerkûkê biryara lidarxistina çalakiyan da

Îro li bajarê Kerkûkê nûnerên partî û aliyên Kurd li hev civiyan û li dijî bêedaletiya li Kurdan tê kirin biryara lidarxistina çalakiyan dan.

Partî û aliyên Kurdistanî yên li Kerkûkê li navenda rewşenbirî ya Kerkûkê li hev civiyan. Di civînê de rewşa niha ya Kerkûk û bêedaletiya li Kurdan tê kirin hate nîqaşkirin. Piştî civînê aliyên Kurdistanê li dijî bêedaletiya li Kurdan tê kirin biryara lidarxistina çalakiyan dan.

Nûnerê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Hêmin Hesen têkildarî armanca li darxistina civînê ji ANF’ê re axivî û got; “Em piştgiriya kurdên Kerkûkê dikin. Ji ber ku ji aliyê wezîrê perwerdeya Iraq û rêveberiya perwerdeya Kerkûkê ve bêedaletiyeke mezin û binpêkirineke li dijî mafên Kurdan hate kirin. Em ê sibê ji bo keç û xortên Kurd li bajêr dengê xwe bilind bikin û piştgiriya çalakiyên wan ên ji bo mafê Kurd li Kerkûkê bikin.”

Herî dawî Hesen wiha got; “Daxwaza me ew e ku hevsengiya di navbera netewên Kerkûkê de were parastin û daxwaz dikin ku ji bo têkbirina jiyana bihevre ya bajarê Kerkûkê tu tiştek neyê kirin.”