Partiyên Başûr li dijî dagirkeriyê biryara çalakiyan wergirtin

Li Başûrê Kurdistanê 14 partiyên siyasî li Hewlêrê li dijî dagirkeriyê li hev kom bûn. Partiyan piştî civînê plana çalakiyan eşkere kirin.

Îro li ser banga Hizba Şûî ya Kurdistanê li Hewlêrê, 14 partiyên Kurdistanî li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê kom bûn û çend biryarên girîng girtin.

Encama civînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate eşkere kirin. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Komîteya Parêzgeha Hewlêrê ya Hizba Şûî ehmed Şêrwanî ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Me biryar da roja Şemiyê (12 cotmeh) saet 10.00 hemû aliyên beşdarê civînê îro bûne, xwepêşandaneke girseyî I ber Nûneritya Neteweyên yekbûyî lidar bixin.”

Şêrwanî diyar kir wê çalakiyên wan yên medenî berdewam bin û wê piştgiriyê bidin çalakiya îro, divê li ber NY pêkwere bikin.

Şêrwanî her wiha got, di civînê de hatiye pêşniyar kirin ku alîkarî û hevkariya madî jib o welatiyên Rojavayê Kurdistanê were kom kirin.

Partiyên Beşdarê Civînê bûne wiha ne;

-YNK

-PDK

-Zehmetkêşan

-Tevgera Goran

-Hizba Sosyalîst

-Hizba Şûî

-Yekgirtûya Îslamî

-Hevpeymaniya Nîştîmanî

-Bizûtnaweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê

-Yekîtiya Neteyî ya Dmorkatîk a Kuridstanê

-Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê

-Hizba Bît Nehrîn

-Rêxistina Keldanî û Aşûriyan

-Hizba Şûî ya Kurdistanê-Enkawe