Partiya Çep a Kesk li Agiriyê dixwaze 4 wekîlan derîne

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Cemal Akar diyar kir ku armanca wan ew e ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de 4 wekîlan derînin û got, "Ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên me yên cidî hene."

Partiya Pajerojê ya Kesk û Çep (Partiya Çep a Kesk) Sirri Sakik, Nejla Demîr, Heval Bozdag û Zelal Yilmaz ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Agiriyê weke namzet nîşan dan.

Niha li Agiriyê 3 parlementerên HDP’ê û parlementerek jî yê AKP’yî heye. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Agirî Cemal Akar diyar kir ku armanca wan 4 wekîlan derxistine.

Akar got, “Partiyên din wek partiyên lewheyê hebûna xwe didomînin. Berê bi AKP’ê re pêşbirka yek parlamenteriyê hebû, lê niha gelê me li dijî vê pergala faşîst, înkar û îmhayê gelekî bi hêrs e. Krîz bi her awayî di jiyana gel de xwe dide der.”

Akar got,“Gelê me dizane sedema vê zîhniyeta monîst e” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir, “Hilbijartin ji bo me amûrek e, em partiya gel in. Em bertek û hêrsa gel dibînin û polîtîkayên xwe jî li gorî wê dimeşînin. Divê ti partî ji vê hilbijartinê ji xwe re par dernexe. Partiya Çep a Kesk aktorekî xurt e û vê carê em ê bi 4-0 derkevin. Em ê plakaya xwe bikin lewhe."

Akar bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û wiha got, “Me hemû tedbîrên xwe girtine. Berê jî ev sîstem hatibû tehşîrkirin. Her kes dizane ku ew diz in. Ji bo ewlehiya hilbijartinê jî xebatên me yên cidî hene. Em bi gelek parêzeran re hevdîtinan dikin, em ê bi wan re ewlehiya hilbijartinê pêk bînin. Di heman demê de gelê me yê welatparêz û xebatkarên partiya me jî çi ji destê wan bê dê bikin. Tecrûbeyên me yên berê hene, em dizanin ku bawerî bi vê pergala înkarker û monîst nayê kirin. Me hemû tedbîr girtine û em ê sindoqên xwe biparêzin. Em ê dest ji sindoqên xwe bernedin.”

Akar got, "Ev desthilatdariya yekperest, înkarker, tinehesibandina Kurdan û hemû hêza xwe bi tinekirina Kurdan ava dike, wê têk biçe" û wiha dawî li axaftina xwe anî.

“Em ê ji Agirî dest pê bikin vê dîktatoriyê têk bibin. Em berjewendî, daxwaz û zimanê gelê xwe esas digirin. Paşeroja gelan di xeterê de ye û em siyasetmedar jî di vî warî de amade ne ku her berdêl bidin. Ev gel bêguman wê bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin."