Parlementerên HDP’ê nerazîbûn nîşanî zagonê dan

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî  mayîndekirina Rewşa Awarte axivî û got ku, “Waliyên super ên niha, waliyên salên1990’î yên Rewşa Awarte tînin bîra me.”

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî  mayîndekirina Rewşa Awarte û pêşniyazên zagonan axivî yên ku AKP pêşkêşî meclîsê kiriye. Hikumet a ku soz dabû ew ê Rewşa Awarte rake, ji 3 mehan carekê Rewşa Awarte dirêj kir û bi qasî 3 salan Rewşa Awarte pêk anî. Kaçmaz diyar kir ku ‘bi zagonên torbe’ yên ku qaşo ew ê Rewşa Awarte were rakirin jî got ku, “Van pêşnûmayên zagonan bêyî ku têxin qadên îktîsadî ji komîsyonan derbas kirin û ji ber hêza xwea ya li meclîsê kirin zagon.”

‘EM Ê ÎTÎRAZÊN HEWCE BIKIN’

Kaçmaz bi bîr xist ku partiya wî li dijî van zagonan pêşniyazname daye meclîsê û ev nûkirinên zagonan li dijî prensîbên hiqûqê yên giştî, li dijî destûra bingehîn û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Kaçmaz got ku “Nabe ku ev zagonên ku mafên gel asteng dike, bêyî ku baş werin nîqaşkirin û bi zimanekî sade werin îfadekirin, bi lezûbez ji komîsyonan were derbaskirin. Em ê îtîrazên hewce bikin.”

GOTINA ‘ZAGONÊN ŞORBEYÎ’

Kaçmaz diyar kir ku hikumet her carê ‘zagonên torbe’ derdixe û ev rewş rexne kir. Kaçmaz got ku, “Di vê zagonên dawîn ên torbe de gelek tişt di heman demê de hatine kirin. Hin hevalên me yên parlementer ji vêya dibêjin ‘zagonên şorbeyî’”

‘GEL HAY JI XETEREYÊ TUNE’

Kaçmaz got ku ‘Gel hay ji xetereyên van zagonan tune’ nerazîbûn nîşanî rayeyên bêsînor ên waliyan da. Kaçmaz got ku, “Ew ê walî karibin ku bi qasî 15 rojan nehêle kes têkeve bajêr an jî derkeve. Ev biryar, waliyên salên 1990’î tîne bîra me. Di pratîka vê hikumetê de, me berê jî dozgerên super dîtibû. Gelek karên bêisûl ên van dozgeran piştre derketibû holê.”

TESADUF…

Kaçmaz axaftina xwe wisa domand: “Di warê leşkeriya bi berdêl de em dikarin bibêjin ku hikumet di warê aborî de tengijiye û dixwaze pereyan kom bike. Ji bo vêya jî xala leşkeriya 21 rojan lê hate zêdekirin. Ev jî ji bo vî tiştî ye ku 40 ji sedî unîformayên artêşê ji aliyê Ereglî Tekstîl tê kirin a ku li Konyayê ye. Tesaduf e ku ev şîrket jî ya malbata Albayrak e. Em dikarin bibêjin ku tekane armanca vê leşkeriya 21 rojan ev e ku ji hinek kesan re rantê amade bikin.”

Kaçmaz diyar kir ku ew dixwazin sererastkirin û nûkirinên zagonan ên ku tên kirin ji bo sûda gel û ciwanan be û ew yekser li dijî leşkeriya bi darê zorê ne.