Parlementerê YNK’ê Mahmûd: Li dijî êrîşan divê Kurd bi hev re tevbigerin

Parlementerê YNK’ê Mahmûd got ev êrîş li hemberî hemû Kurdan hatiye kirin û axaftina xwe wiha domand “Divê gelê Kurd û siyaseta wê li dijî êrîşan bi hev re tevbigerin”.

Parlementerê YNK’ê Salar Mahmûd, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Şengal û Rojava diyar kir ku “Ew kesên ku li dijî terorîzmê şer dikin, ji pişt ve li wan dane.”

Mahmûd got ku, hê birînên Şengalê nekewiyaye bi vê êrîşê ve birîneke din hate vekirin. Ev êrîş li dijî hemû destkeftiyên Kurdan hatiye kirin.

Mehmûd, bal kişand ku ev êrîş di heman demê de armanc dike ku pêşiya operasyona Reqa û Tebqayê ya li dijî DAIŞ’ê rawestînin. Mahmûd bang li hêzên navdewletî kir ku divê li dijî êrîşa dewleta Tirk xwedî helwest bin.

‘EV ÊRÎŞ LI HEMBERÎ HEMÛ KURDAN HATIYE KIRIN’

Parlementerê YNK’ê Mahmûd got ku “Dewleta Tirk li her derê dijminatiya Kurdan dike û di heman demê de bi vê êrîşê ve desthilatdariya Iraqê hate îhlalkirin.”

Mahmûd diyar kir ku dewleta Tirk  bi şehîdxistina pêşmerge û gerîllayan ve li her derê dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan careke din nîşan da. Ti cûdahiya bakur, başûr, rojava nîn e. Ev nîşaneya dijminatiya Kurdan e.

‘QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ HATIN BINPÊKIRIN’

Mahmûd, bal kişand ku bi vê êrîşê dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

Mahmûd di nirxandina xwe de got,  Em, ango parlementer vê çalakiyê şermezar dikin. Divê were fêmkirin ku ev êrîş di heman demê li dijî nîqaşên serxwebûna  Başûrê Kurdistanê ye. Ev êrîş li dijî alaya Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

‘DIVÊ HIKUMETA IRAQÊ BERPIRSYARIYA XWE BÎNE CIH’

Parlementerê YNK’ê Mehmûd diyar kir ku, bi vê êrîşê xweseriya Iraqê hatiye binpêkirin û got, “Divê hikumeta navendî  ya Iraqê di qada navneteweyî  de vê mijarê têxe rojevê. Ji ber ku ev kiryarên dewleta Tirk a li Şengalê dijî mirovahiyê ye. Di heman demê de binpêkirina qanûnên navdewletî ye jî.

Em jî, ango parlementer  dixwazin ku ev pirsgirêk di qada navneteweyî  de ji bo pêşeroja  Başûrê Kurdistanê were nîqaş kirin. Di heman demê de di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de têkiliyên neteweyî werin xurt kirin. Di van êrîşan de him gerîlla him jî pêşmerge şehîd bûn. Ev tê vê wateyê ku ev êrîş li dijî hemû Kurdan e. Ji ber vê jî divê em neyên lîstikên dewleta Tirk. Ew kesên ku li wir şehîd ketin rûmeta gelê Kurd û azadiya Şengalê diparastin. Dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe ve li dijî hemû gelê Kurd û partiyên Kurdna sûcê mirovahiyê kiriye.”