Parlementerê HDP’ê Saît Dede: Em hemû pirsgirêkên Colemêrgê dibin meclîsê

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku ew hemû pirsgirêkên Colemêrgê dibin meclîsê lê têkoşîn ne bi tenê li meclîsê ye.

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku di bingeha pirsgirêkên li Colemêrgê de çaresernekirina doza Kurdan heye.

Colemêrg bi nifûsa xwe ya 300 hezarî mafê wê yê sê parlementeran heye. HDP’ê di sala 2018’an de di Hilbijartina Giştî de li Colemêrgê ji sedî 70’ê zêdetir deng û her sê parlementerî stend. Ligel ku Leyla Guven, Saît Dede û Ozgur Zeydanlioglû parlementer hatin hilbijartin jî ji ber dengên ji derveyî welat parlementeriya Ozgur Zeydanlioglû hate betalkirin. Di 5’ê Hezîrana 2020’an de jî parlementeriya Leyla Guven hate xistin û Guven hate girtin. Piştre jî 22 sal ceza li Guven hate birîn.

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji roja ew hatiye hilbijartin ew pirsgirêkên Colemêrgê dibe meclîsê û got “Colemêrg ji ber erdnîgariya xwe gelek pirsgirêk lê tên jiyîn. Cînayetên ji ser sînor heta navenda sûkê, binpêkirina maf û azadiyên bingehîn, ambargoya ekonomîk, herêmên hatine qedexekirin û gelek tiştên dijn. Ji ber Kurdistanîbûn û berxwedêriya xwe herî zêde li vir pirsgirêk tê jiyîn. Em tevî gelê xwe li rêyên çareseriyê digerin û li meclîsê jî tînin rojevê.

Em li meclîsê jî gelekî têdikoşin. Li vir temsîliyeteke gel heye, divê em bibin dengê gel.Divê em hemû pirsgirêk û daxwazên gel nîşanî raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê bidin. Li Colemêrgê çi pirsgirêk pêk hatibe, me biriye meclîsê. Çareserî ji hinekan re hatiye dîtin. Lê di bingeha beşeke mezin a pirsgirêkan de ji ber ku çaresernekirin heye, pirsgirêk çareser nabin. Vê sedema bingehîn jî çaresernekirina doza Kurdan e. Wekî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li ser gelê Colemêrgê jî tecrîd tê pêkanîn. Dema ku tecrîd were rakirin wê ev sedem jî rabe.”

Dede diyar kir ku cihê çareserkirina pirsgirêkan ne bi tenê meclîs e û got “Em ê li her derê têkoşîna aştî, edalet û demokrasiyê bidomînin. Him li meclîsê û him jî li derveyî meclîsê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê derfeta li meclîsê baş bi kar bînin lê qîma xwe bi tenê vî tiştî neynin.”