Parlamenterên Goran: Em dengê xwe lid ijî dewleta Tirk bilind bikin

Parlamenterên Tevgera Goran, êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kirin û gotin, "Divê her kes di asta herî bilind de nerazîbûna xwe nîşan bide. Lazim e hikumeta Başûr li pêşberî vê êrîşê bêdeng nemîne."

Parlamenterên Tevger Goran Şêrko Heme Emîn û Munîre Osman êrîşên dewleta Tirk ên li Şengal û Rojava şermezar kirin.

EMÎN: DIVÊ NERAZÎBÛN BÊ NÎŞANDAN, TEDBÎR WERIN GIRTIN

Emîn got, "Ti ji hewldaneke binpêkirina sînor û serweriya Başûrê Kurdistanê ne ya qebûlkirinê ye. Pêwîste hikumeta Başûrê Kurdistanê teqez li hemberî vê helwestê nîşan bide. Ji bo careke din êrîşên bi vî rengî neyên kirin, divê tedbîrên pêwîst bên girtin."

Emîn diyar kir, ji ber ku heta niha bersiva pêwîst ji êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê re nehatiye dayîn îro êrîş li Şengalê hatiye kirin û bang li her kesî kir, ku li ber êrîşan rabin û bikevin nava tevgerê.

OSMAN: DIVÊ GEL Û HEMÛ HÊZ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN

Osman jî got, "Dewleta Tirk heta niha gelek caran êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Diviyabû me nerazîbûneke mezintir nîşan bida. Weke Tevgera Goran em êrîşa li Şengalê bi hêrseke mezin şermezar dikni. Me helwesta xwe bi daxuyaniya hevpar a bi YNK û Yekgirtû Îslamî re bi awayekî vekirî nîşan dan. Em van êrîşan bi ti awayî qebûl nakin.

Pêwîte hemû hêzên siyasî û gelê Kurd li dijî van êrîşan bisekinin. Di heman demê de lazim e hêzên navneteweyî tedbîrên pêwîst bigirin. Û helwesteke cidî bê nîşandan."