Parlamenterê berê yê HDP’ê Yildirim 8 roj in di nezaretê de ye

Parlamenterê berê yê HDP’ê Behçet Yildirim 8 roj in di nezaretê de ye.

Di 2’ê Mijdarê de li Semsûrê Mûstafa Yuksel ê ku şêwirmendê parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ku hatibû destgîrkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê, li dadgehê Yuksel bi şertê ‘kontrola edlî’ hatibû berdan.

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim jî di 3’ê Mijdarê de hatibû destgîrkirin û hê jî di nezaretê de ye.

Yildirim wê îro dema wî ya nezaretê ya zêde biqede û tê payîn ku wê wî derxînin dadgehê.