Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk hate binçavkirin

Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Leyla Bîrlîk, li mala xwe ya li Şirnexê hate binçavkirin.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mala Bîrlîk û bi hinceta 'biryara girtinê der barê wê de heye', Bîrlîk binçav kirin û birin Edliyeya Şirnexê.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, Bîrlîk têkildarî lêpirsîneke ku ji ber îdîaya 'heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan kiriye' hatiye binçavkirin.

Bîrlîk, ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komare ya Şirnexê 4'ê Mijdara 2016'an hatibû girtin û di rûniştina destpêkê ya dozê de, 4'ê Çileya 2017'an hatibû berdan.