Parlamenta Hewlêrê dema wezîfeyê dirêj kir, 12 wekîlan îstifa kir

Parlamenta Herêma Kurdistanê ya Federal dema xwe ya wezîfeyê ya çar salan ji bo saleke din dirêj kir. 12 parlamenteran îstifa kirin.

Di 9’ Cotmeha 2022’yan de Parlamenta Herêma Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema xwe ya karkirinê civiya. Li gorî yasayê dema Parlamenta Herêma Kurdistanê 4 sale û di 6’ê Mijdara 2022’yan de bi dawî dibe. Di 9’ê Cotmehê de bi dengê 80 parlamenteran dema 5’an a xwe dirêj kir. Dema parlamentê heta 31’ê Kanûna 2023’yan hatiye dirêjkirin.

Li dijî dirêjkirina dema parlamentê nerazîbûnên parlamenteran dewam dikin. 12 parlameneran xwe ji parlamentê vekişandin.

12 parlamenterên Koma Dadgeriya Kurdistanê û parlamenterên serbixwe yên Parlamenta Herêma Kurdistanê li dijî dirêjkirina dema parlamentê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku ew parlamentê boykot dikin.

Serokê Koma Dadgerî ya Kurdistanê ya li Parlamenta Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd di daxuyaniyek a çapameniyê de behsa helwesta wan ya li dijî dirêjkirina dema parlamentê kir û wiha axivî: “Çawa ku demê yasayî yê Parlamentê temam bûye, heman şêweyî demê yasayî yê serokatiya Herêmê, hikûmet, meclîsên parêzgehan û komîsyona hilbijartinê jî temam bûye. Hemû sazî û dezgehên sereke yên dibin desthilatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de rewabûna xwe ji dest dane. Niha jî piştî li dijî paşxistina hilbijartinan û dirêjkirina neyasayî ya dema parlamentê, me bi hev re biryar da ku ji parlamentê vekişin û baykot bikin. Her wiha nebin beşek ji wan kiryarên neyasayî yên ku desthilatdar dikin.”

Ebdulstar Mecîd di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku hemû aliyan agahdar dikin ku wê li her derê li gel hev biryaran bigirin û karbikin û wiha domand: “Zextên ji bo zutirîn dem de hilbijartina Parlamenta Herêma Kurdistanê were kirin dê li dijî gendelî û neyasayiyê dewam bikin. Bang li her aliyên ku ji rewşa siyasî ya heyî nerazîne dikin ku destê dostanî dirêj bikin. Em dixwazin bi hevre eniyek li dijî sîtemkarî, gendelî û binpêkirina yasayan ku desthilat ji bo berjewendiyên hizbî û şexsî bikartîne avabikin.”

Mecîd dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê qet neçin qada ku plana rejîmê lê be û got: “Axaftin û xebata me ya siyasî dê li dijî vê rejîmê be ku tu qîmeta tiştekî nehiştiye.”