'Parlamenta Başûr wê biryara xwe ya li ser Efrînê bi cih bîne'

Wekîlê YNK'î û endamê KNK'ê Salar Mehmûd û parlamenterê berê yê Iraqê Hasan Cîhad diyar kirin ku biryarên li ser Efrînê daxwaza gelê Başûr e û gotin, "Em ê biryarê parlamentê bişopînin. Wekîlan destnîşan kirin ku Tirkiye wê nikaribe bi ser bikeve.

Parlamenta Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê weke 'dagirkeriyê' qebûl kir û biryar da ku bi her awayî piştgirî ji Efrînê re bê dayin û kongreya yekîtiya neteweyî tavilê were civandin.

MEHMÛD: EM Ê ŞOPDARÊN BIRYARÊ BIN

Wekîlê YNK'î û endamê KNK'ê Salar Mahmûd û Parlamenterê berê yê Iraqê Hasan Cîhad, biryarên parlamentê ji ANF'ê re nirxandin.

Mehmûd bi bîr xist ku di civîna parlamentê ya bi beşdariya piraniya endaman û nûnerên hemû partiyên siyasî û koman ev biryar hatine girtin û got, "Parlamentê bi rêya biryarên wergirtî ji hêzên navneteweyî û saziyên însanî xwest ku li dijî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û axa Rojava bikevin nava liv û tevgerê û pêşî li vê yekê bigirin. Biryar da ku ew li pişt şervanên jin û mêr û gelê Efrînê yê li ber xwe didin e. Parlamenta Başûrê Kurdistanê ku îradeya gelê Başûrê Kurdistanê temsîl dike, biryar da ku ji bo çûna alîkariya lojîstîk, derman û gel, sînor vekirî be û ji hikumetê xwest ku vê biryarê bi cih bîne."

Mehmûd da xuyakirin ku di rûniştina parlamentê de hat destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi taybetî li ser Başûr û Rojava, êrîşên dagirkeriyê ne û di vî warî de biryar hate standin.

Mehmûd got, "Parlamentê eşkere kir ku bi her awayî li pişt berxwedan û gelê Efrînê ye. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir.

Ev biryarên ji aliyê Parlamenta Başûrê Kurdistanê ve hatin girtin di saziyên çapemeniyê yên dewleta Tirk de bi şêweyekî êrîşê hatin nîşandan. Vê yekê nîşanî me da ku biryarên me girtine rast in û di cih de ne. Lewma wê Parlament ku îradeya gelê Başûr e, şopdarê van biryarên xwe be."

'BIRYARA JI BO KONGREYÊ GELEKÎ GIRÎNG E'

Mehmûd destnîşan kir ku cara yekê ye li Parlamenta Başûrê Kurdistanê ji bo kombûna kongreya yekîtiya neteweyî biryar hate standin û destnîşan kir ku ev biryar gelekî girîng e. Li ser mijarê Mehmûd got, "Pêwîste her partî, her hêz û rêxistinên li Kurdistanê vê yekê bi cih bîne. Heta niha di vî warî de gavek nehat avêtin. Cara yekê ye ku parlamentê ji bo lidarketina vê yekê biryar da. Gelê me li bendê ye ku piştî vê biryarê hemû partî, rêxistin û komên siyasî li he bicivin û kongreyê pêk bînin. Biryareke din a parlamentê jî ew e ku sembolîk be jî wê hefteya bê li hewşa parlamentê 110 darên zeytûnê bên çandin."

'PARLAMENTERÊN TIRKMEN JÎ DESTEK DAN'

Mehmûd da xuyakirin ku hin kesên bi navê Tirkmenên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê axivîn, destek dan dagirkeriyê û destnîşan kir ku eleqeya vê yekê bi gelê Tirkmen re qet nîne. Mehmûd diyar kir ku ji bo biryarên 'Êrîşên li ser Efrînê dagirkerî ye, gelê Başûrê Kurdistanê divê li cem gelê Efrînê û Rojava be' herî zêde parlamenterên Tirkmen bi dengê xwe destek dan û got, "Gelê Tirkmen ê li Başûrê Kurdistanê  giranî li dijî dagirkirina axa Efrînê û Rojavayê Kurdistanê ye. Hin kesên ser bi saziyên taybet ên dewleta Tirk ve ne, gelê Tirkmen temsîl nakin. Parlamenterên Tirkmen bi dengê xwe destek dan biryarên parlamentê."

CÎHAD: DEWLETA TIRK WÊ NIKARIBE TIŞTEKÎ BI DEST BIXE

Parlamenterê berê yê Iraqê Hasan Cîhad jî diyar kir ku êrîşa li ser Efrînê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û got, helwesteke durû ye ku hêzên navneteweyî di vî warî de helwesteke zelal nîşan nadin.

Cîhad destnîşan kir ku dewleta Tirk bi şerê dijî Kurdn re wê nikaribe tiştekî bi dest bixe û got, "Eger bi ser tiştek bihata bidestxistin, berî wan gelek welat û hikumetan ji wan bêhtir şer kirin. Tirkiye bi êrîşên xwe yên dijî Kurdan bi ser nakeve, divê bi vê zanibe. Pêwîste pirsgirêka Kurd di çarçoveya normên demokratîk de çareser bike. Divê mafên nasname, ziman, çand û xwerêvebirinê yên Kurdan nas bike. Bi dagirkeriyê tenê dijminatî zêde dibe.

Ji aliyê hiqûqa na vneteweyî ve dagirkirina Efrînê li derveyî qanûnên navneteweyî ye. Tirkiye bi kîjan mafî vê êrîşa dagirkeriyê dike? Divê hêzên navneteweyî bersivê bidin vê yekê."