Parêzer Erdogan: Dewlet tolê ji girtiyên nexweş hiltîne

Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir, dewleta Tirk polîtîkaya mirinê ya demdirêj li dijî girtiyên nexweş dimeşîne û bi vî rengî tolê ji girtiyên nexweş hiltîne.

Polîtîkaya dewleta Tirk a li ser girtiyên nexweş roj bi roj dibe sedema mirina girtiyan. Herî dawî Ahmet Bayar, Celal Şeker, Selahttîn Aytek û çend roj berê jî Koçer Ozdal ji ber nexweşiyên ku li girtîgehê pê ketin jiyana xwe ji dest dan. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Yûsûf Erdogan li ser rewşa girtiyên nexweş ji ANF'ê re axivî.

HEZAR Û 154 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Parêzer Erdogan daneyên Adara 2018'an ên ÎHD'ê parve kir û got, "Li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê, 1154 girtiyên nexweş hene ku rewşa 402 ji wan giran e. Li gorî qeydên fermî yên Saziya Tipa Edlî, ji Sibata 2017'an û vir ve 841 girtiyên bi nexweşiya giran hene."

Parêzer Erdogan bal kişand ser helwest saziyên dewletê ku di dema serlêdanên wan ên ji bo girtiyên nexweş de nîşan didin û got, "Saziya Tipa Edlî, tevî ku girtî bi nexweşiya giran jî be, rapora 'rewşa tenduristiyê ya girtî baş e' dide. Raporên bi vî rengî alîgir in û divê li ber çavan neyên girtin. Ji ber ku Saziya Tipa Edlî timî raporên 'dikare jiyana xwe li girtîgehê bidomîne' dide."

'BÊ ŞERT Û MERC DIVÊ WERIN BERDAN'

Yûsûf Erdogan işaret bi rewşa Koçer Ozdal kir ku berî çend rojan jiyana xwe ji dest da û got, "Tevî ku bi nexweşiya giran bû û gelek saziyên civaka sivîl bang kirin, demeke gelekî kin beriya mirinê biryar dan ku li nexweşxaneyê were dermankirin. Dewlet vê polîtîkaya xwe timî didomîne û saziyên pêwendîdar jî li gorî vê yekê tevdigerin. Demeke kin beriya mirina girtî, biryar tê dayin ku bê berdan ya jî li nexweşxaneyê bê dermankirin. Em dixwazin girtiyên siyasî û yên edlî yên nexweş bê şert û merc bên berdan."

'DEWLET TOLÊ JI GIRTIYÊN SIYASÎ HILTÎNE'

Parêzer Erdogan diyar kir ku dewlet polîtîkaya "em ê heta kêliya dawî ya li ber mirinê jî dest ji we bernedin" li ser girtiyan ferz dike û wiha dewam kir: "Ferzkirina tedawiya bi kelepçekirî, ji ber vê polîtîkayê ye. Li nexweşxaneyê jî girtiyên nexweş tên tecrîdkirin. Vê yekê weke amûreke hilgirtina tolê bi kar tînin... Yekane sedema vê polîtîkaya dewletê ew e ku dixwaze tolê ji girtiyên siyasî hilîne."

XWEDÎ LI GIRTIYÊN NEXWEŞ DERKEVIN!

Parêzer da xuyakirin ku haya dewletê ji rewşa girtiyên nexweş heye û got, "Ji me bêhtir agahî li ber destê dewletê heye. Ev yek polîtîkayeke mirinê ye ku li demê hatiye belavkirin. Meseleya girtiyên nexweş, tenê bi zexta li ser dewletê çareser nabe. Dewlet dixwaze girtiyên nexweş bimire. Ev ji xwe tê zanîn.

Mixabin her kes li vê rewşê temaşe dike. Hin sazî hewl didin, lê belê ev bi tena serê xwe têrê nake. Em bang li raya giştî dikin ku xwedî li girtiyên nexweş derkevin. Ji ber ku her roj dimirin, her roj di nava tecrîdeke giran de ne. Em dixwazin, bi rengekî ku li rûmeta mirovan tê, girtiyên nexweş bên dermankirin."