Parêzer Aydin: Berpirsyariya dewletê ye ku bide jiyîn

Parêzer Sevda Aydin diyar kir ku têkildarî mafê jiyanê berspiryariyên dewletê hene û got, "Ji bo parastina jiyana mirovan dewlet divê tevdîrên pêwîst werbigire."

Parêzer Sevda Aydin têkildarî rewşa li girtîgehan ji me re axivî û destnîşan kir, eger li girtîgehan kesek bi vîrûsê bikeve wê rewşeke ku pêşî nikaribe lê bê girtin rû bide.

Aydin bal kişand ser rewşa hîjyenê ya li girtîgehan û got, "Girtîgeh ji ber şert û mercên xwe yên nebaş deverên herî bi rîsk in. Di demên asayî de jî şert û mercên hîjyenê lê nînin, girtî sewqî nexweşxaneyan nayên nkirin, nayên tedawîkirin, derman nayên dayîn û di ser kapasîteya girtîgehan re mehkûm lê koxûşan tên hiştin. Li girtîgehan ku mirovên bi tenduristiyeke baş jî lê nexweş dikevin, ji ber şewbê hem me hem jî malbatên girtiyan dixe nava tirs û fikaran."

Aydin bi bîr xist ku girtîgeh saziyên girtî ne, eger vîrûsa korona bi girtiyekî bikeve wê pêşî lê neyê girtin.

'NÊZÎKATIYA COTSTANDART NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Aydin ragihand ku hikumet bi cotstandartî nêzî girtiyan dibe û got, "Di çarçoveya tevdîran de guhertin di qanûna ceza de hate kirin. Ya rast ev rewş gelekî lezgîng e ku divê li benda guhertina qanûnî nehatibû sekinandin û girtî hemû tavilê bihata berdan. Lê mixabin hikumeta AKP'ê di têkoşîna dijî vîrûsê de jî dest ji dijminatiya li Kurdan bernade. Têkildarî mafê jiyanê nêzîkatiyeke cotstandartî nayê qebûlkirin. Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dewlet xwedî berpirsyariya parastina jiyana girtiyan ne." Aydin destnîşan kir ku divê dewlet vê berpirsyariya xwe di pratîkê de pêk bîne.