Parêzer Acûn: Li gorî PMME'yê divê Abdullah Ocalan bê berdan

Parêzer Berdan Acûn got, divê baroyên alîgirê mafên mirovan piştgiriyê bidin serlêdana wan a ji bo 'mafê hêviyê' ku ji bo Abdullah Ocalan û hin girtiyên din karibin sûdê jê werbigirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir dibe. Li gel vê yekê her wiha bi rêk û pêk 'cezayên dîsîplînê' lê têne birîn. Beriya çend rojan cezayê voltayê ketibû rojevê.

Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) piştî demekê girtiyên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatiye birîn bêne berdan û ev yek jî weke 'Mafê Hêviyê' tê pênasekirin. Lê belê ev biryara DMME'yê ji aliyê dewleta Tirk ve nayê naskirin.

Parêzer Berdan Acûn hem li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem jî li ser mafê hêviyê ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Acûn bi bîr xist, Abdullah Ocalan piştî ku sala 1999'an bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin, li dijî wî sîstemeke taybet a zindanê hate avakirin.

Parêzer Acûn anî ziman ku Girava Îmraliyê ji binê sîwana Wezareta Edaletê hate derxistin û bi ser Daîreya Şerê Taybet ve hate girêdan, darizandin û cezakirina Abdullah Ocalan jî li Îmraliyê hate kirin.

'TECRÎD HATIYE GIRANKIRIN'

Parêzer Acûn ragihand ku polîtîkaya tecrîdê ya ku 23 sal in li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin tenê li Îmraliyê nemaye û got, "Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê tenê bi Abdullah Ocalan re bi sînorkirî nema. Bandor li demokrasî, hiqûq û mafên mirovan ên li welêt kir. Tecrîd li Îmraliyê weke prototîp dest pê kir û li tevahiya welêt hate belavkirin.

Ji xwe piştî ku Abdullah Ocalan tevlî rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê hate kirin, li welêt qadên demokrasî û aştiyê hate astengkirin. Berevajî vê yekê jî di navbera salên 2013-2015'an de di encama hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re aramiyeke cidî çêbûbû. Ji ber vê yekê tecrîd û pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ne ji bo dewletê. Dema ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd îradeyek neyê destnîşankirin, em fêhm dikin ku tecrîd wê bê girankirin an jî hatiye girankirin."

CPT GOT 'TECRÎDA LI NAVA TECRÎDÊ'

Parêzer Acûn bal kişand ser pirsgirêka astengkirina hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd ên bi Parêzeran re û got, "Divê têkiliya parêzeran û muwekîlan timî hebe. Divê muwekîl karibe di pêvajoya darizandina xwe de alîkariyê ji parêzeran werbigire. Lê belê di sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de mafê hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin. Her wiha mafê hevdîtina bi malbatê re, wergirtina organên çapemeniyê, mafê bikaranîna telefonê û wergirtina derfetên tenduristiyê têne astengkirin. Têkildarî van mijaran gelek serlêdan çêbûn. CPT nêrîn û nirxandin kir. CPT di rapora xwe ya sala 2020'î de qala tecrîda li nava tecrîdê kir."

'TECRÎD LI TEVAHIYA WELÊT BELAV BÛ'

Parêzer Acûn destnîşan kir ku tecrîd ji Îmraliyê li tevahiya welêt belav bû û got, "Tecrîd êdî veguheriye şêweyekî rêveberiyê. Zext, êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehan nîşaneyên vî şêweyê rêveberiyê ne. Girtî dema ku ji bo hevdîtina bi parêzeran re têne anîn jî zext li wan tê kirin. Her wiha dema ku mirov bi rengekî giştî binirxîne, dibîne ku di bingeha polîtîkayên zextê de tecrîd heye. Krîzên aborî, civakî û çandî yên li welêt pêwendiya xwe bi tecrîdê re hene. Ji ber ku tecrîd her çend tenê li ser Abdullah Ocalan tê dîtin jî êdî veguheriye rejîmekê ku li her qada civakê û welêt hatiye belavkirin."

SERLÊDANA LI KOMÎTEYA WEZÎRAN

Parêzer Acûn bal kişand ser biryareke DMME'yê ya sala 2014'an a têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got, "Dema ku mirov bala xwe dide ser cezayê ku li Abdullah Ocalan hatiye birîn, mafekî hêviyê û berdana bi şert nabîne. Heta mirinê mayina li girtîgehê lê tê ferzkirin. Her wiha qanûnek hate amadekirin ku li gorî vê yekê, mirovên dema wan a berdana bi şert qediya be jî bi raporên çavdêriyê yên girtîgehê pêşî li berdana wan dikare bê girtin. Bi rêya van raporên çavdêriyê yên girtîgehê, rapor têne amadekirin ku tê de dibêjin 'şert û mercên berdana bi şert nîne'. Bi vî rengî li girtiyan tê ferzkirin ku heta temamiya cezayê li wan hatiye birîn di girtîgehê de bimînin. Di vê mijarê de hem me hem jî hevalên me yên parêzer serî li rêyên hiqûqî dane. Rêxistinên Hiqûqê jî li gorî biryara DMME'yê ya sala 2014'an têkildarî Abdullah Ocalan da, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) dan. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di civînên swe yên 28'ê Mijdarê û 2'ê Kanûnê de vê yekê binirxîne."

'DIVÊ BI ŞERT BÊ BERDAN'

Parêzer Acûn li ser detayên serlêdana li KWKE'yê agahî da û got, "DMME'yê sala 2014'an biryar da ku mehkûmkirina Abdullah Ocalan a li cezayê muebetê yê girankirî bêyî derfetê berdana bi şert, li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Li gorî vê biryarê, piştre ji bo dozên Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan jî esas hate wergirtin û rêxistinên hiqûqê ÎHD, TÎHV, OHD û TOHAV'ê serlêdan kirin. Li van hemûyan cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hatiye birîn. Lewma li wan tê ferzkirin ku heta mirinê girtî bimînin."

'DIVÊ BARO TEVKARIYÊ BIKIN'

Parêzer Acûn destnîşan kir ku girtiyên navborî, li gorî qanûna ceza divê xwedî mafê 'civakîbûnê û ji nû ve tevlîbûna li nava civakê' hebe û got, "Lê belê di kiryara heyî de ev maf ji holê hatiye rakirin. Ji ber binpêkirina vî mafî, serî li KWKE'yê hate dayin ku vî mafî biparêze. Tevî ku di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de ji bo naskirina vî mafî guhertin heye jî di serlêdanan de tê xwestin ku kontrol bê xurtkirin. Ya rast baroyên alîgirê demokrasî û mafên mirovan divê tevkariyê li vê dosyayê bikin."