Mamoste Mele Şîrîn Çetîn qala Îslamyeta rast û bihevrebûna olan a li Kurdistanê kir û diyar kir ku bi salan e hemû baweriyên cihê li Kurdistanê bê zext û zilmê li hev bike bi hev re îbadetên xwe dike.
‘ÎRO HINEK LI SER NAVÊ MISILMANÊ DIJMINAHIYÊ DIKIN, WISA KIRINE JI OL BIREVIN’
Mele Şîrîn qala baweriya Îslama rast kir û got: “Ola Îslamê rêz ji hemû ol û baweriyên din re digre. Di Qurana pîroz de hatiye gotin ku ‘Di dilê xwe de jî divê qet hez ji zaliman nekin’ ev çi kesek Misilman çi xeyrî Misilmanî be. Her wiha dîsa tê gotin ku ‘di baweriyê de zorê nekin’. Misilmantî nayê wateya dijminatiya derveyî ola xwe kirinê ye. Mûqadesiyên baweriya Îslamî çine, yên olên din jî heman e. Nabe ku îbadetxaneyek bibe mal, enceq îbadet têde bê kirin. Eger îbadet li nava wan cihên baweriyê bê kirin, divê rêz ji bo wê bê dayîn. Hewce pê nîne ku hinek mirov li ser Îslamyetê bazirganiyê bikin weke Tayîb û kesên mîna wî berjewendiyên xwe esas bigire nîne. Di roja îro de hinek ser navê Misilmantiyê dijminahiyê dikin, ev ne Misilman in. Di ola Îslamê de tê gotin ku ‘her kesê mirovekê qetil bike weke hemû mirovahî qetil kirî’, li vir ol bawerî diyar nekiriye, tenê weke zindî hatiye nîşandan. Heman dem ‘yek mirovekê jî xilas bike weke hemû mirovahî xilas kirî’ ye. Ji derveyî vê bi aliyeke din ve kişandin, ji derveyî dijminahiya li Îslamê ne tişteke dine. Eger ku îro gelek kes ji Misilmanbûnê direvin ji ber vê Îslamîbûna sexte ya li ser mirovan tê ferzkirine. Îro bi navê Misilmantiyê bêedaletiya herî mezin tê kirin. Van kesan Îslam xistiye rewşek wisa weke ola qetlê tê nîşandan. Dîsa baweriya herî zêde mirov jê direve ye. Ti têkiliya vê yekê bi Misilmanbûnê re nîne.”
‘BI FITNE Û FESADIYÊ YÊN DIJMINAHIYÊ AVA DIKIN, JI QETLÊ XIRABTIRE GUNEHÊ WÊ’
Mamoste Mele Şîrîn Çetîn bal kişand ser fetwa û nêzîkatiyên derveyî ola Îslamî ya hinek kesên di bin navê ol de dijminahiyê dikin, ev nirxandin kir: “Em ê bi ayatan bersiva wan bidin, di Qurana pîroz de tê gotin ku; ‘Fitne fesadî nava civakê kirin, dijminahiya yek kirin; ji qetlê xirabtire.’ Qetil dibe yek kes bê kuştin, lê fitne dibe sedema qetilkirina gelek kesî. Evên vê dikin, nesîbê xwe ji Îslamiyetê negirtine. Ev ên îro li mizeftê fetwa didin, ji bo wê civakê çend bangên wan hene? Çiqas Misilman in? Eger ku Hz. Muhemed îro bijiyaba, wê li hemberî van kesên ku wiha Îslamyetê bikartînin çi kiriba? Ev ên vê dikin xwefiroşin. Bila biçin binêrin li Qurana pîroz xirabkirina mizgeftekê gunehtire yan kuştina mirovekê! Di rastiyê de mizgeftek hatî şewitandin jî nîne. Dema DAÎŞ’ê li Mûsilê Mizgefta Nebî Yunis bombe kirin, çend kes ji wan li dijî wan çûn cîhandê. Tirka ji derveyî alîkarîkirina DAÎŞ’ê çi kir? Nerazîbûneke biçûk ji van kesên îro li hemberî civaka Êzidî ya mezlûm dixwazin fitne û fesadiyê çêbikin, baş e li hemberî hilweşandin û teqandina gor û Mizgefta Nebî Yûnis çi kirin? Sekna wan çi bû? Çend daxuyanî dan çapemeniyê? Gelo ev wisa zanin ku eger zalim Misilman be tiştek nîne? Ferqa zilmê nîne. Xudêtiala dibêje; ‘Zilm tarîtiya roja qiyametê ye’ ev ji bo herkesê dibêje. Misilmanek zalim nayê wateya bê guneh e. Zalim her zalim e. Mezlûm jî bi heman şêwazî, ola mezlûmî nîne. Pêximber dema li Medînê bû bang li Mekehiyan kir ku bi hev re rûnin û got, bê cudabûna ol mexlûm kîbin ew alîkarî bikin û zalim kîbin li dijî wê li ber xwe bidin. Ev gotina pêximbere, gelo ma mirov ji vê bawer bike yan gotina van kesan. Ka ev kesên van bangan dikin, bila bêjin ew ji Xudê û Pêximber bawer dikin an na? Ev Qûranê qebûl dikin an na? Pêximber dibêje; ‘Zemî ew in ên di nava dewleta Îslamê de mane, lê nebûne Misilman, yê tedê û ezyetê bide wan, ezyetê dide min.’ Yanî yên êrîşî Şengalê dikin êrîşî min Pêximber dike.
‘EGER KU DIXWAZIN ÎSLAMÊ BIPARÊZIN BILA CIVAKA ÊZIDÎ YA MEZLÛM BIPARÊZIN’
Îro astengiyek mezin li hemberî pêşketina zanistê heye. Ew kesên nezan her kes dikare bi du gotinan wan bixapîne. Ew ji cehaletiya xelkê herêmê bawer dikin ku van pîlanan dikin. Di rastiyê de çandên li Kurdistanê di nav zikê hev de bi hev re mezin bûne. Civaka Misilman niha gelek cejnên ji Zerdeştî mayîn pîroz dikin. Civakên Kurdistanî berê bê cudahiya olan bi hev re jiyane. Ji xwe rastiya Îslamiyê jî ev e. Armanca fitne û fesadiyê dilê dijminê Kurdan xweşkirine, rewa kirina êrîşan li ser vê civaka mezlûm e. Ti têkiliya xwe bi parastina Îslamê re nîne. Eger ku dixwazin Îslamîbûnê biparêzin rêyê parastinê pir in. Bila wan Êzidiyan biparêzin rastiya Îslamê ev e. Îslamperestiya rast parastina mezlûman e.”
‘NE TENÊ QEBÛL NEKIN, LI BER RABIN’
Herî dawî Mele Şîrîn bang li gel kir ku li ber van pîlanan baldar bin û got: “Daxwaza me ji gelê Kurd ew e ku xwe di hemû mijarê de pêş bixe perwerde bike; zana bike. Rê nedin ku yek bazirganiyê li ser baweriya wan bike. Rê nede ku baweriya wan a pîroz weke amûrekê li hember wan bikar bîne. Bila zanibin ku baweriya herî rast, heskirina mirovan e. Divê kes bawerî bi van gotinên ku ti eleqeya wan bi Îslambûnê re nîne, neîne. Ne tenê bawer nekin, li dijî wê bibin xwedî helwest. Di dîrok de gelek kes weke van hatine, Kurd bi Kurd dane qetilkirin, dijminatî di navbera hev de çêkirine.”