Panela yekem a konferansa Feylî û Êzidiyan bi dawî bû

Di panela yekem a konferansa civakên Êzidî û Feylî çend mijarên wek dîroka Feylî û Êzidiyan û rewşa jinan hate nîqaşkirin.

Panela yekemîn a konferansa civakên Feylî û Êzidiyan ya bi dirûşmeya ‘Ber bi Pêkanîna Bingehê Edalet û Wekheviyê’ bi dawî bû.

Di panelê de dîroka Êzidiyan, dîroka Feyliyan û rewşa jinên Êzidî û Feylî ji aliyê parlementerê dema berê ya parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr ve hat pêşkêşkirin.

Di panelê de hat destnîşankirin ku civakên Feylî û Êzidî timî bi komkujî û qirkirinê, re rû bi rû mane û niha jî eger jinên Êzidî xwe rêxistin nekin wê bi komkujiyeke din re rû bi rû bimînin.

Her wiha çalakvana jin a Feylî Newal Ebdulwehab jî behsa dîroka kevn a Kurdên Feylî heya sala 2003’an kir û diyar kir ku Kurdên Feylî di hemû pêşketinên li Iraqê de xwedî rol bûne, lê hemû desthilatdariyên ku li Iraqê hatin ser desthilatiyê heya niha timî hewl dane ku Feyliyan li derveyî pêvajoyê bihêlin. Bi taybetî ew desthilatên nijadperest ên Iraqê ku Kurdên Feylî çewisandine û mafên wan binpê kirine.

Di heman demê de parêzer û çalakvanê Êzidî Azad Ebdo jî behsa dîroka kevn a civaka Êzidî ya heya sala 2003 kir û da xuyakirin ku Êzidî yek ji baweriyên herî kevnar ê herêmê ne û xwedî dîrokeke pir kevn a bi hevrejiyanê ya bi pêkhateyên din ên Iraqê ye. Ebdo her wiha bi bîr xist ku ji ber ku xwedî bîr û baweriyeke taybet bi xwe ne, lewma heya niha civaka Êzidî bi 74 fermanan re rû bi rû maye.

Di beşek din jî Şarezaya Karûbarên Jinan Dilşa Osman jî mijarek li ser doz û rewşa jinên Êzidî û Feylî ya di çarçoveya civaka Iraqê ya nûjen de pêşkêş kir û wê jî bal kişande komkujiyên ku bi ser civakên Êzidî û Feylî de hatine kirin û bandora wan li ser jinan. Dilşa Osman bi taybetî îşaret komkujiyên ku jinên Feylî di pêvajoyên veguhastinê de pê re rû bi rû mane, her wiha komkujiyên ku jinên Êzidî di dema êrişên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê pê re rû bi rû mabûn û 5000 jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin û di bazaran de weke kole hatin firotin.