PAJK: Em xwedî li jiyanê derkevin, tecrîdê bi dawî bikin

PAJK'ê Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar û Ayten Beçet bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, "Em bang dikin ku li her cihî bi pêşengiya jin û ciwanan bi şiyara 'Em xwedî li jiyanê derkevin, tecrîdê bi dawî bikin' çalakiyên xwe bigihînin asta pêngaveke nû."

Koordînasyona PAJK'ê li ser kesên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kirine daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya PAJK'ê de hate gotin, "Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdorveger bûne nîşaneya bêdawî ya îradeya mirovan. Ev deng û sekna li girtîgehan, li derve deng vedide, êdî ji çalakiyekê wêdetir bûye navê jinûve vejîna xeta berxwedana dîrokî di bedena mirovan de. Di asta heyî de desthilatdariya faşîst a AKP'ê, medya şerê taybet mîna mirî ne bêdeng in, li mirina mirovan temaşe dikin û vê yekê weke konsepteke siyasî didomînin. Hevrêyên me Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar û Ayten Beçet ji bo bidawîkirina vê bêdengiya mirinê çalakiya fedayî kirin, em wan bi rêz û minet bi bîr tînin. Ji malbatên hevrê Ayten Beçet û Ûgûr Şakar û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Ew bi berxwedana xwe bûn navê îradeya tûj a li dijî zilmê, navê vejînê."

Di daxuyaniya PAJK'ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

"LI HER DERÊ DAKEVIN QADAN'

"Çalakiya li dijî tecrîdê ku bi hevrê Leyla Guven û Nasir Yagiz re bû sembol, niha li girtîgehan hemûyan, li Kurdistanê û derveyî welat belav bûye. Deynê siyasî, wijdanî û exlaqî yê me hemûyan e ku li dora vê çalakiyê li hev bicivin û vê bikin sekneke azadiya civakî. Çalakiya hevrê girtiya ji doza PAJK'ê Ayten Beçet a li Girtîgeha Gebzeyê çalakiya fedayî kir, ji bo jinên ciwan, ji bo jinan hemûyan û gelê me banga çalakiyan a li her cihî ye. Dewleta Erdogan ku ji çalakiyê tirsiya, cenazeyê hevrêya me Ayten Beçet revand. Li dijî tundiya dewleta Erdogan a faşîst dîktator, gelê me bi biryar e ku di asta girseyî de xwedî li şehîdan derkeve ku bi vî rengî wezîfeya xwe b cih bîne. Desthilatdariya faşîst a AKP'ê û dewletên Ewropayê di serî de Elmanya, hewl didin vê pêvajoyê bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî. Yekane hêza ku van polîtîkayên wan têk bibe, gel bi xwe ye.

Xwedîderketina li şehîdan ku her yek ji wan bîrdariyên berxwedanê ne, biserxistina vê çalakiyê ye. Şehîdên me yên leheng û hevrêyên me yên çalakiyê didomînin, bi îradeya xwe ji niha ve serketina çalakiyê di şexsê xwe de afirandine.

Armanca hevrêyên me ku berdêlên giran dane pêş çavên xwe, bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê me û misogerkirina mafên wî yên xwezayî, gerdûnî û hiqûqî ye. Wezîfeya biserxistina vê çalakiyê beriya her kesî dikeve ser milê her kesên li derve. Çalakgeran bi sekn û biryardariya xwe helwesta xwe nîşan dane. Soza me ya li pêşberî vê berxwedanê divê ew be ku em li her derê çalakiyên girseyî pêk bînin. Şehîdên me ku xwediyê vê çalakiya dîrokî ne, fermanê didin me ku li her devera Kurdistanê, li derveyî welat xwedîderketina li çalakiyê bigihînin asteke nû.

EM Ê BERXWEDANÊ BI SER BIXÎNIN

Gelê ku 8'ê Adarê, Newrozê daket qadan, wezîfeya xwe ye ku hîn bi bandor dest li vê pêvajoyê werde. Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ku li her qada berxwedanê ji sînorê krîtîk derbas bûye, êdî ji bo berxwedêran xwedî rîska jiyanî ye. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku li her cihî bi pêşengiya jin û ciwanan bi şiyara 'EM XWEDÎ LI JIYANÊ DERKEVIN, DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN' çalakiyên xwe bigihînin asta pêngaveke nû. Xwedîderketina li jiyana çalakgeran bi bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî dibe. Ev yek berpirsyariya me ya însanî, exlaqî, wijdanî û siyasî ye.

Em careke din Leyla Guven, Nasir Yagiz, Fadîle Tok, girtiyên PAJK-PKK'î yên li zindanan, berxwedêrên li Elmanya, Strasbourg, Hollanda, Îngilistan, Galler, Kanada û Awûstûryayê bi rêzdarî silav dikin û soz didin ku em ê berxwedana wan bi ser bixînin."