PAJK: Divê her der bibe qadên berxwedanê

Koordînasyona PAJK’ê salvegera avabûna PKK’ê pîroz kir û bang kir ku divê her der bibe qadên berxwedanê.

Koordînasyona PAJK’ê ji ber salvegera avabûna PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Ji Hakî Karer û Sakîne Cansiz ên ku damezirînên partiya me PKK’ê ne heta Zîlan, Arîn Mîrkan, Delal Amed, berxwedêrên Efrînê, Zekî Şengalî, Atakan û Mahîran em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi bîr tînin. Em salvegera avabûna PKK’ê ya 40’emîn li Rêbertiya xwe, li gelê xwe, li jin û berxwedêrên zindanan pîroz dikin û soza serkeftinê şoreşê dubare dikin.”

PKK LI ROJHILATA NAVÎN PÊŞENGTIYA ŞOREŞA JINAN DIKE

PKK bi têkoşîna xwe ya destanwerî ya çil salan di civakê de guherînekê pêk tîne. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan a ku li ser xeta azadiyê ya jinan bi pêş dikeve, wekî felsefeyeke nû ya jiyanê zindî dibe. PKK-PAJK xwedî li çanda jiyana hevpar a gelan derdikeve û biratiya gelan bi feraseta neteweya demokratîk bi pergala xweserî û konfederalîzma demokratîk diparêze. Ligel ku hêzên hegemon û netewe-dewletên mêtinger li dijî Rêbertiya me, tevgera me PKK û milîtanên xwe êrîşên reşkirin û terorîzekirinê dide meşandin jî jin, ciwan û gel li hemberî zilm û dîktatoriyê dahatûyê ji niha ve ava dikin. Li ser vî esasî doza mirovayetiyê ya PKK’ê bi ser ketiye.

Hêzên emperyalîst ên ku bi komploya navneteweyî Rêbertiya me kirin hedef roj bi roj tecrîdê kûr dikin û hewl didin tevgera me tasfiye bikin. Dîlbûna Rêbertiya me, dîlbûna gelan e. Azadiya wî azadiya me ye, azadbûna Rêbertiya me serkeftina aştî û demokrasiyê ye.

DI SALA 41’EMÎN DE EM Ê BERXWEDANÊ GEŞTIR BIKIN

Ji bo serkeftina têkoşîna azadiyê ya ku Rêbertiya me ew pêş xistiye, ji bo çareseriya doza Kurdan û têkoşîna demokratîzekirina Rojhilata Navîn em ê di sala 41’emîn de berxwedanê geştir bikin. Li hemberî faşîzma AKP –MHP û hêzên hegemon jin û gel berxwedaneke bêhempa dikin.

Li ser vî esasî derbarê seferberiya têkoşîna ‘Serî hilde’ em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî faşîzm, mîlîtarîzm û kapîtalîzmê têkoşînê geştir bikin. Em bang li gelên Kurdistanê dikin ku li derdora Rêbertiya me bibin xeleq û bi pêşengiya Partiyê têkoşîna azadiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin. Di heman demê de em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku her derê bikin qadên berxwedanê.

Em dizanin ku ew ê hemû jin azad bibin, ew ê faşîzm têk biçe, ew ê Kurdistan azad bibe û bi pêşengiya Rêbertiya me ew ê azadî bi ser bikeve."