PADÊ Newroz pîroz kir
PADÊ bi daxuyaniyekê, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, hemû têkoşer, dost û gelan pîroz kir.
PADÊ bi daxuyaniyekê, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, hemû têkoşer, dost û gelan pîroz kir.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), bi daxuyaniyekî nivîskî Cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir û got: "Her çiqas êş û janên me hebin jî; Cejna Newrozê bi coş û şahiyên mezin pîroz bikin. Pîrozkirina Newrozê li her cihî, wê bibe sîle û li rûyê zaliman bikeve."
PADÊ’ê diyar kir, di dîrokê de her tim ne zilm, berxwedan bi ser ketiye û anî ziman, eger wisa nebûya li holê gel, ol û mezhebên li ser rêya heqîqetê li holê nediman. PADÊ destnîşan kir, ku ola Êzidiyatiyê mînaka berbiçav a vê rastiyê ye wiha dewam kir:
"Bêguman di roja me ya îro de jî zilm û zalim hene. Lê, li hember zilmê, zilmkariyê berxwedana gelan û yên baweriyan jî heye. Di encamê de ya ku ser bikeve heqîqeta gerdûnî û ya mirovî ye. Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd ev bû dehan sal e ketiye pey heqîqetekê nû. Ev lêgera heqîqetê jî xwe dispêre mîrateya gelan û bi taybet a Cejna Newrozê. Bi vê ve dîrokeke nû û hemdem tê nivîsandin. Bi saya vê têkoşînê, agirê Newrozê, li ser çiyayên bilind ên Kurdistanê ji nû ve hat dadan û hate bi watekirin."
PADÊ’ê bal kişand ser zilm û fermana xedar a li Şengalê û diyar kir, herî dawî jineke ciwan a Êzîdî bi navê Nazê Naîf Qawal di encama vê zilma zilmkaran de jiyana xwe ji dest da. PADÊ wiha dewam kir, "Lê, êdî Agirê Newrozê li lutkeyên Çiyayê Şingalê jî tê pêxistin. Lewre zalim û zodar wê ti carî nikaribin bi ser bikevin. Her şehîdekî me wê bibe sedema berxwedanê. Di encama her berxwedanê de azadî wê zêdetir were ser axa me."
Di dawiya daxuyaniyê de PADÊ bang li Êzidiyên li welat û derveyî welat kir û got: "Her çiqas êş û janên me hebin jî; Cejna Newrozê bi coş û şahiyên mezin pîroz bikin. Li her cihekî lê ne
Newroz bê pîrozkirin wê weke sîleyekê li rûyê zalimkaran bikeve. Di vê pîrozbahiyê de binketin û têkçûna zaliman heye."