Ozgur Ozel: Newroz pîroz be!

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel peyamek ji Newroza li Amedê re şand û got, "Bi baweriya xwe ya ji demokrasî, edalet û azadiyê, li ser bingeha welatîbûna wekhev a ji her kesî re em ê Tirkiyeyê bi hev re ava bikin."

OZEL

"Birêz Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê,

Birêz Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê,

Amediyên dilovan, xwişk û birayên min ên hêja,

Li aliyekî em li hemberî Dehaqên zalim têdikoşin, li aliyê din jî mizgîniya biharê Newrozê pîroz dikin.

Ev xak ew xakên qedîm e ku çand, ziman û baweriyên cuda bi hev re di nava xwişk û biratiyê de dijîn, piştevanî û hêvî lê şîn dibe. Ti ji zaliman, ti ji Dehaqan nekarî xwişk û biratiya me xera bikin, wê nikaribin xera bikin!

Bi haya ji dewlemendiya cihêrengiya xwe, ji bo avakirina welatekî ku kes xwe cuda nabîne, her kes xwedî mafên wekhev e û di nava aştiyê de dijîn, em têkoşîna xwe bi biryardarî dewam dikin.

Bi baweriya xwe ya ji demokrasî, edalet û azadiyê, li ser bingeha welatîbûna wekhev a ji her kesî re em ê Tirkiyeyê bi hev re ava bikin. Tîna agirê Newrozê mîna agirê ku îro hatiye dadan bila dilê me ronî bike û hêviyên me yên ji bo paşerojê mezin bike.

Bi vê bîr û baweriyê, bi van hestan Newrozê li hemû xwişk û birayên xwe yên Amedê pîroz dikim; hêvî dikim ku ev bihar bibe wesîleya aştî, xwişk, biratî û demokrasiyê.

Newroz pîroz be!"