Ozgur Jiyanda: Gerîla hêviya dijmin têk dibe

Ji fermandarên HPG'ê Ozgur Jiyanda diyar kir ku dewleta Tirk şerê xwe dispêre teknîkê û got, "Berxwedana gerîla hêviya dijmin têk dibe."

Ji fermandarên HPG'ê Ozgur Jiyanda li ser berxwedana gerîla, şerê taybet û berxwedana Cenga Heftanînê ji ajansa me re axivî.

Jiyanda got, "Şerê navbera me û dijmin ber bi encamê ve diçe. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker derfetên xwe hemû sefeber kiriye û hewl dide bi rêya vî şerî civakê bêdeng bike. Ji ber ku şerê man û nemanê dimeşîne."

Jiyanda bal kişand ser şerê taybet ê dewleta Tirk ê li Kurdistanê û got, "Rastiyeke şer heye ku dibe sedema windahiyan. Lê belê windahiyên me ku di medya dewleta Tirk a faşîst de tê ragihandin, rast nîne. Berevajî vê yekê dewleta Tirk a dagirker di oeprasyona dagirker de ya li Heftanînê windahiyên gelekî zêde dane. Van windahiyên xwe jî ji raya giştî vedişêre. Rewşa dagirkeran a li Heftanînê ne weke ku qalê dikin. Li qada şer xwe li bindê erdê vedişêrin û ji ber berxwedan û çalakiyên gerîla nikarin ji çeperên xwe derkevin. Li her qadê dibin hedefa hêzên me û li ser vê bingehê ketine nava tirseke mezin."

Jiyanda destnîan kir ku gerîla bi rêbazeke nûjen şer dike û got, "Li dijî şerê ku dewleta Tirk a dagirker bi teknîkê dimeşîne, gerîla jî bi rêbazeke nûjen, afirîner û pispor dijmin ditevizîne. Hêviya dijmin têk biriye. Berxwedana gerîla ya li Heftanînê, wê êrişan hemûyan têk bibe û dagirkeriyê bi dawî bike."

Fermandar Jiyanda hişyarî da cerdevanan û hevkarên dagirkeran û got, "Divê gelê Kurd nekeve bin bandora polîtîkaya şerê taybet û hişyar be. Dewleta Tirk di êrişên xwe de cerdevanan û kontrayan bi kar tîne. Divê tevlî operasyonan nebin, ji ber ku em naxwazin wan bikin hedefa xwe. Divê bê zanîn, yên ku bûne sedema şehadeta hevalên me wê bên cezakirin."

Jiyanda herî dawî got, "Gelê me yê Başûrê Kurdistanê welatparêz in. Di dîrokê de gelek caran li van çiyayan li ber xwe dane. Divê gelê me helwesteke tund û berxwedêr nîşan bide. Divê gelê me gundên xwe neterikîne û li dijî vê dagirkeriyê li gel gerîla tevbigere."