Ozguneş: Divê tecrîd were rakirin û hevdîtin pêk were

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş derbarê îddîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku “Divê tecrîd were rakirin, ji bo hevdîtina malbatan jî divê destûr were dayîn.”

Derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, li Cizîrê daxuyanî hate dayîn.

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, rêxistina navçeyê ya HDP’ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Ozguneş di daxuyaniyê de got ku, “Bi hezaran kes rêzdar Ocalan wekî îrade û rêberê xwe dibîne. Bi vê parvekirinê re xwestin provokasyon were kirin. Di nav gel de fikar çêbûne. Bi salan e li ser rêzdar Ocalan û girtiyên li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Gelê Kurd nizane tendirustiya rêzdar Ocalan çawa ye û di nav fikaran de ye. Ji ber vê jî divê hevdîtin pêk were û daxuyaniyên pêwist werin kirin. Divê tecrîd were rakirin û ji bo malbat karibin biçin hevdîtinê jî destûr were dayîn.”