Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Mûhammed Hecî Osman daxuyaniya "Ji bo derxistina PKK'ê ji Şengalê eger pêwîstî pê hebe em ê hêzê bi kar bînin" ya Nêçirvan Barzanî ji ANF'ê re nirxand.
Osman got, "Şerekî bi vî rengî wê bi tenê bi kêrî mêtîngerên Kurdistanê û dijminên Kurdan bê."
Osman bibîr xist, li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên sala 2014'an, gerîla û pêşmergeyan li eniyeke hevpar a li qadeke ji dehan kîlometreyî şer kirin û vê yekê serketineke mezin radestî Kurdan kiriye. Osman got, "Birêz Mesût Barzanî wê çaxê çû Mexmûrê û gerîla pîroz kir. Wê demê, çima niha gef tên xwarin? Ev tiştên xetere ne."
'LAZIM E BI RÊYA DIYALOGÊ WERE ÇARESERKIRIN'
Osman destnîşan kir, ku pirsgirêkên navbera PDK û PKK'ê yên li Şengalê ne mijara hin bernameyên televîzyonan û daxuyaniyên gefxwarinê ne û anî ziman, rêya rast rêya diyalogê ye. Osman got, "Daxuyanî û sûcdariyên bi vî rengî, çareserî li aliyekî, pirsgirêkê bêhtir dixitimînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê, divê partiyên Kurd li hev bicivin, nîqaş bikin û rêya hevpar a çareseriyê bibînin. Çareserî bi vî rengî dibe."
Osman bibîr xist, ku di şerê birakujiyê de tecrûbeyeke giran a Kurdan çêbûye û hişyarî da ku divê careke din serî li vê rêyê neyê dayîn. Osman got, ev rê û rêbaz wê bi kêrî hêzên dagirker were.
Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Mûhammed Hecî Osman wiha dewam kir: "Şerekî nû yê birakujiyê wê felaketê bîne serê Kurdan. Gelek caran şerê birakujiyê navbera Kurdan derket û tecrûbeyên xwe yên giran hene. Divê destûr ji tiştekî bi vî rengî re neyê dayîn. Yên di vî şerî de bi ser bikevin wê hêzên dagirker bin, wê dijminê Kurdan bin."