Operasyonên li Gabar, Cûdî, Besta û Katoyê zêde bûn

Operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmên Gabar, Cûdî, Besta û Kato Jîrka yên Şirnexê bi berfirehî dewam dikin. Li gelek herêman agir bi daristanan ketiye.

Li navenda Şirnexê, navçeyên Silopiya, Basan, Qilaban û Elkê yên Şirnexê, bi sedan herêm di bin navê "Herêma Ewlekariya Taybet" li welatiyan hatibûn qedexekirin. Operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên li van herêman dewam dikin. Li hin cihan şer diqewime. Liv û tevgera helîkopteran 24 saetan dewam dike. Bi sedan leşker û gelek cerdevan tevlî operasyonan bûne.

Ji ber hawanên ku ji qereqolên li herêmê tên avêtin, li gelek deveran şewat derketiye. Operasyonên hêzên dagirker bi giranî li Kato Jîrka, Besta, Gabar û Cûdî tên kirin.

Operasyona li herêma Bestayê bi berfirehî dewam dike. Balafirên şer ên Tirk bombeyan li herêmê dibarînin û bi rengekî bê navber leşker ber bi herêmê ve tên şandin. Tê gotin ku baregehên nû yên leşkerî hatine çêkirin.

Ji bilî çend gundan, li herêmê çûn û hatin bi temamî hatiye qedexekirin. Cerdevanên li herêmê jî bi rengekî dorveger tevlî operasyonê tên kirin. Liv û tevgera leşkerî ya li Kato Jîrkayê weke amadekariya operasyoneke mezin a li herêma Feraşînê tê dîtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, darên li Çiyayê Fileha yê li herêma Besta ya li bejahiya Gundikê Melê ji aliyê hin cerdevanan ve hatine birîn.