Operasyonên hevpar ên dewleta Tirk û PDK’ê

Dijberiya ku PDK bi PKK’ê re dike, digihije wê dema ku PKK li Bakurê Kurdistanê dest bi rêxistiniyê dike û zemîna girseyî çêdike.

Ji hêla hêmanên xwecih ve hewldanên astengkirina PKK’ê, piştî sala 1984’an dema ku PKK dest bi têkoşîna çekdarî dike beloqtir dibe. Li dijî PKK’ê tevgera hevpar a PDK’ê û dewleta Tirk jî nîvê salên 1980’yî dest pê dike. Yek ji berpirsê PDK’ê yê demê Dr. Ahmet Barzanî 1987’an bi rengekî vekirî dibêje, ‘’Tirkiyê ji xwe re dost dibînin, hewcehiya wan bi Tirkiyê heye û PKK dijminê wan e’’ Di van salan de jî li herêmên ser sînor û li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKK’ê gelek komplo têne kirin. PDK ji hêlekê ve li deverên ku PKK bi kar tîne kemînan dayîne, bi qereqolên sînor re bi koordîne dixebite û li Bakurê Kurdistanê ji qoriciyan yên ku pê ve girêdayî ne dixwaze li dijî PKK’ê şer bikin.

Têkiliya fermî ya dewleta Tirk û partiyên Başûrê Kurdistanê bi babeta PKK’ê çêdibe. Şêwirmendê Mesût Barzanî Muhsîn Dîzayî û lîderê YNK’ê Talabanî, li ser daxwaza Serokkomarê Tirk Turgun Ozel 8’ê Adara 1991’ê diçine Tirkiyê, bi Misteşarê MÎT a Tirk Teoman Koman û Misteşarê Karê Derve Tugat Ozçerî re rûdinin. Çapemeniya Kurd têkildarî hevdîtinê de ku dihate xefkirin, diyar kir ku biryar hatiye standin ku li dijî PKK’ê hevkariyê bikin.

Ji geşedanên ku bi pey re hatin jiyin diyar bû ku ev agahî rast bûn. Piştî vê peymana pêşî îstîxbarata Tirk li Duhok, Zaxo, Hewlêr û Selehaddînê pisporên îstîxbaratê û hin efseran bi cih dike. Têkiliyên hêzên Başûrî van salan bi Enqerê re geş dibin. Li Enqerê bûroyên PDK, YNK’ê vedibin, pasaportên dîplomatîk didine lîderên partiyan.

1991’Ê OPERASYONA HEVPAR DEST PÊ DIKE

Salên ku xebatên leşkerî yên PDK-Tirkiyê zêde dibin salên 1990’î ne. Piştî Şerê Pêşî yê Kendavê, li Duhok, Hewlêr, Silêmaniyê Hêze Çakûç a pirnetewî tê bicihkirin. Her çendî hincet ‘’Êrîşên pêkan ên Seddam Hisêyn’ hatibe nîşandan jî hedefa sereke ya dewleta Tirk hebûna PKK’ê ya li Başûr bû.

Êrîşên hewayî yên bi ser hêzên PKK’ê yên Başûr de ku 1983’an dest pê kirin, di vê demê de zêde bûn. Bi navê şopandina ji germegerme ve leşkerên Tirk gelek caran sînor bezandin. 5-13’ê Tebaxa 1991’an, bi tevlêbûna 5 hezar leşker û cerdewanî, bi rengê şopandina germegerme bi navê ‘’Supurge’’ (Melkes) li ser qada Xakurkê operasyoneke dersînor pêk anîn. 6’ê Gulana 1992’yan jî bi ser qada Behdînan de bi navê ‘’Kazima’’( kolandin) operasyon pêk anîn.

Heman salê, 28’ê Hezîranê bi biryareke ku ji Meclîsê stanedin dema peywirê ya Çekîç Guç hate zêdekirin. Heman rojê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tê ragihandin û biryara pêşî ya ku hatî standin ragihandina şerê dijî PKK’ê ye.

ARTÊŞA TIRK, BI PDK Û YNK’Ê RE OPERASYONA HEVPAR LI DIJÎ PKK’Ê DIKE

Piştî vê biryarê bi çend mehan 2’yê Cotmeha 1992’yan artêşa Tirk bi rayedarên PDK û YNK’ê re li dijî PKK’ê operasyona hevpar didine destpêkirin. Li gorî hijmara fermî di operasyona hevpar de a li dijî Heftanîn, Xakurkê 20 hezar leşker, qorîcî û pêşmerge hebûn. Di vê operasyonê de ku desteke herî mezin a hewayî ya dîroka komarê dane û yek ji operasyona herî mezin a bejahiyê bû heta 15’ê Mijdarê dom kir. Şerê ku weke Şerê Mezin ê Başûr tê zanîn, şerê hêzên Başûrê Kurdistanê yê li dijî PKK’ê ye. Di vî şerî de balafirên bombeavêj F-4 Phantom û her wiha tang hatin bikaranîn, gerîlayên ARGK’ê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Di vî şerî de ji sedî bêhtir gerîla jiyana xwe ji dest didin, lê PKK nîşan dide ku ew li Başûr hêzeke mayinde ye.

Ji bo pêşmergeya bîlançoya şer pir girantir dibe. Artêşa Tirk jî li gel teknîka asîmetrîk û hijmara xwe ya zêde jî bi sedan mirî û destvela vedigere.

Sembola vî şerî dibe gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş, bi navê xwe yê kod Bêrîtan ku 25’ê Cotmehê heta bi guleya xwe ya dawî şer dike, piştre çeka xwe dişkîne û ji zinaran werdike. Ev bûyer bandorê li ser hin pêşmerge û qorîciyan dike û hin pêşmerge û qorîcî çeka xwe datînin û qada şer berdidin.

Nîşeyeke dî jî ya têkildarî vî şerî ku divê were danîn gotinên serokwezîrê demê yê Tirkiyê Sileyman Demîrel in ku li xwe mikurt dihat ku têk çûne. Serokkomarê Tirk Turgut Ozal digot ku ew hêzên Kurd ên Başûr bi kar bîne wê PKK’ê tasfîye bikin. Li ser vê zemînê jî bi Talabanî û Barzanî re têkilî danîbûn. Piştî ku tişta ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn, Demîrel rexne li Ozal anî û got, ‘’Tirkiye wê yek danîbûya û sê bi dest bixista lê yek jî nestandiye’’

Şerê mezin ê duyemîn jî ku PDK ji bejahiyê ve pêşengî ji artêşa Tirk re kir şerê 1995’an bû. Operasyona bi navê ‘’Çelîk Hareketi’’ a ku 21’ê Adarê dest pê kirî heta 2’yê Gulanê berdewam kir. Li gorî hijmarên fermî di operasyonê de 35 hezar leşker û li gel vê pêşmerge û qorîcî jî hebûn. Li gorî daxuyaniya PKK’ê 60 gerîla jiyana xwe ji dest dan û 800 leşker hatin kuştin. Dewleta Tirk jî diyar kir ku 64 leşkerên wan hatine kuştin û 185 leşker jî birîndar bûne.

Di şer de ku 43 rojan dom kir, 200 sivîl ên ji Başûrê Kurdistanê, ku hedefa sereke ya dewlet Tirk bû, hatin kuştin û nêzî 15 hezar gundî neçar man ku gundê xwe biterikînin û koç bikin.

1996: OPERASYONA ‘ATMACA-TOKAT’

6’ê Adara 1996’an vê carê jî armanc xeta Sîneht, Heftanîn û Kelareş e. Di operasyona bi navê ‘’Atmaca-Tokat’ de sivîl kirin hedef. Di rojên dawî yên meha Kanûna heman salê de, artêşa Tirk bi desteka PDK’ê dîsa operasyon li ser Başûrê Kurdistanê çêkir.

14’ê Gulana 1997’an artêşa Tirk mezintirîn operasyona bejahiyê ya dîroka komara Tirk hate çêkirin. Di operasyonê de ya bi navê ‘Balyoz’ 50 hezar leşker amade bûn, bi hezaran qorîcî û pêşmerge jî.

PDK bi rengekî çalak tevlî vê operasyonê bû. Di wan rojên destpêkê yên şer de, 16’ê Gulana 1997’an, bi dehan gerîlayên PKK’ê, nûçegihan, hunermend, doktor ên birîndar ku li Hewlêrê tedawî dibûn ji hêla PDK’ê ve hatin kuştin. Ev komkujî bi navê Komkujiya Hewlêrê kete dîroka Kurdistanê.

Hêzên Barzanî bi kontrola Fermandariya Asayişa Jandarma a Tirk tevlî operasyonê bû, koşka Sersing a Seddam Hiseyên dane xizmeta Artêşa Tirk û li şûna biryargehê hate bikaranîn. Di vî şerî de, li gorî jêderkên fermî yên Tirk 114 leşker hatin kuştin, 338 jî birîndar bûn. Yek jê ku fermandarê şer koordîne dikirin tê de bûn, 2 helîkoptêr hatin şikandin. Di şer de bi kêmanî 200 pêşmerge hatin kuştin. Operasyonê û şer nêzî 2 meh û nîvan dom kir û 7’ê Temûza 1997’an bi dawî bû.

‘OPERASYONA ÇEKÎÇ’

Heman salê li dijî PKK’ê bi navê ‘’Çekîç Hareketî’’ operasyoneke dî hate destpêkirin. Di operasyonê de ku Îlonê hate destpêkirin 10 hezar leşker amade bûn. Ev operasyon jî ku pêşmergeyên PDK’ê jî destek dan, Xakurkê hedef hatibû girti, bêyî ku tiştekî bi dest ve bînin têk çû.

Payiza heman salê (25 Îlon- 15 Cotmeh 1997) artêşa Tirk bi PDK’ê re operasyoneke dî jî pêk anî. Di vê operasyonê de ya bi navê ‘Şafak Hareketî’’ qadên Xakurkê û Zagrosê kiribûn hedef û 15 hezar leşker û bi hezaran qorîcî û pêşmerge hazir bûn.

PDK bi lihevkirina bi dewleta Tirk a 1997’an artêşa Tirk bi tang, helîkoptêrên şer, bi rengekî mayinde li Başûrê Kurdistanê bi cih bû. Niha nêzî 5 hezar leşkerên Tirk (bi giranî tîmên taybet) û endamên MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê ne.

Artêşa Tirk bihara 1998’an vê carê bi 40 hezar leşker, bi navê ‘’Murat’ operasyonek li ser Başûr kir. 1999’an jî artêşa Tirk, cara 24’an operasyonek kir. Di vê operasyonê de ku bi navê ‘’sandçîv’ pêk hat, ti encam bi dest ve neanîn. Her wiha 4’ê Gulana 2000’î bi PDK’êre artêşa Tirk li dijî Heftenîê operasyoneke hevpar pêk anî û 8’ê Gulanê neçar man ku vekişin.

Operasyona herî berfireh a dewleta Tirk a di dema AKP’ê jî 21-29’ê Sibata 2008’an bû. Bi navê ‘’Guneş Hareketi’’ operasyonek ku Zap kiribû hedef pêk hat. Di operasyonê de 10 hezar leşker amade bûn, operasyon bi yekîneyên tang û topan hate destekkirin, 20 balafirên F-16 yên ku ji Fermandariya Baregeha Hewayî ya Taktîk a 2. a  Amedê radibûn 272 caran êrîşa hewayî kirin.

Di vê operasyonê de desteka PDK’ê nebû. Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê di demeke kurt de ev operasyon şikandin. Gelê Başûrê Kurdistanê helwesteke mezin li dijî operasyonê nîşan da .û nehişt ku yekîneyên Tirk ên li Amediye, Deralok û Kanîmasiyê tevbigerin.  Ev operasyon bi navê ‘’Berxwedana Zapê’’ derbasî dîroka Kurdistanê bû. Gotinên Serkanê Artêşa Tirk Buyukanit vekişîn weke serketinê nîşan dabû û gotibû, ‘’weke ku em mû ji ser tûk bikişînin em vekişiyan’’ û lîderê partiya muxalîf ê CHP’ê Deniz Baykan jî gotibû, ‘’Hikûmet agahiyan nade. Rewşa leşkerên me çawa ye em ji medyaya PKK’ê hîn dibin.’’

2016: OPERASYONA KU NAV LÊ NEHATÎ KIRIN

Operasyonên hewayî û çalakiyên gerîla yên ku bihara par li ser Zagrosan (Bakur-Başûr) li ser xeta sînor dest pê kirin, li qada Ertûşê ya Çelê û Geliyê Dostkî yê di navbera Çarçela û Cîlo heta dawiya salê dom kir. Di navbera artêşa Tirk û gerîlayan de şerekî giran çêbû, dema ku artêşa Tirk dixwest derbasî Avaşîn û Basyayê bibe ku Qadên Parastina Medyayê bûn. Dema ku mirov li bîlançoya vî şerî dinere ku dawiya salê dest pê kiribû ji bîlançoyên operasyonên der-sînor girantir bûn ji bo artêşa Tirk. Sedema ku ev operasyon bi rengê operasyona bejahiyê nehat binavkirin jî, gerîlayan nehiştin ku artêşa Tirk derbas bibin. Tevahiya salê li Zap, Avaşîn, Cîlo, Çarçella û Xakurkê êrîş û dij êrîş çêbûn. Rayedarên dewleta Tirk diyar kirin ku li qada Ertûşê 500 gerîla jiyana xwe ji dest daye, li gorî bîlançoya ku HPG’ê dayî di şerê qada Zagrosê de û di êrîşên hewayî de 247 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. Gerîlayan 424 çalakî li dar xistin û 1129 leşker hatin kuştin, 312 leşker birîndar bûn, 2 leşker hêsîr hatin girtin. Di çalakiyên gerîla de 71 wesayitên leşkerî hatin rûxandin û 58 wesayitan derb xwar.

Dewleta Tirk bi PDK’ê re, li ser sînorê Başûr-Bakur biçik, mezin gelek operasyonên bejahiyê û hewayî pêk anîn. Operasyona 17’ê Kanûna 2017’an a bi ser Qadên Parastina Medyayê de ya ku bi 54 balafirên şer ên F-16’ê dest pê kirî îro hê jî berdewam dike, ku di vê operasyonê de DYE ji hêwayî ve û PDK jî ji bejahî ve desteke îstîxbarî didine dewleta Tirk. Di van êrîşan de bi dehan welatiyên Başû hati kuştin û bi dehan jê jî birîndar bûn. Ji van ên ku herî pir têne zanîn a Kortekê ya sala 2011’an de ku ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû û her wiha ya 15’ê Tebaxa sala 2000’î bû ku nêzî 40 sivîlî jiyana xwe ji dest dabû, li Kende Kolê.

Hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê û hêzên navnetewî re ya li dijî PKK’ê tenê bi desteka leşkerî re sînordar nema. PDK ku di hemû komplo û çalakiyên suîkastê yên dijî PKK’ê de tiliya wê heye, peymana 17’ê Îlona 1998’an a li DYE’yê, li Washîngtonê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya 9’ê Cotmehê dest pê kir. Ev komplo, 15’ê Sibatê bi girtina Ocalan û teslîmkirina ji bo dewleta Tirk bi encam bû.

PDK ya ku bi dewleta Tirk re ketî her cure hevkariya leşkerî, aborî, dîplomatîk, têkoşîna azadiyê ya Bakur tine hesiband û di eniya dewleta Tirk de cihê xwe girt. Di hilbijartinan de desteke da rejîma qirker. PDK ku destpêka desthilatdariya AKP’ê ve destek didayê, di hilbijartinan de û di du referandûmên van 10 salên dawî de bi rengekî vekirî destek da AKP’ê. Di van salên dawî de PDK hem li dijî berxwedan gel a Rojava û Bakurê Kurdistanê rawestiya û hem jî li dijî Şoreşa Rojava û berxwedana xweseriya demokratî rawestiya, vê helwesta xwe hê jî didomîne.

Di vê maweyê de rêbertiya Başûrê Kurdistanê û klîka ku desthilatdariyê di dest xwe de digire ku ji hêla dewleta Tirk ve ji wan re ‘’pêalês’, ‘şefên qebîleyan’ dihate goti, bi desteka dîplomatîk, leşkerî û siyasî ya ku ji TC’ê werdigirin rewşa xwe xurt kirin. Başûrê Kurdistanê tam asê kirine. Ev hêz her ku li dijî PKK’ê bin têne destekkirin, li hêla dî jî di pevçûna xwe ya navxweyî de jî li dijî hev ji dewleta Tirk tiştin distadin.

PDK di nav vê çarçoweyê de bi desthilatdariya AKP’ê re, di ‘bloka Sinnî’ de cih grit û bû şampiyonê hevelbendiya gemarî ya herî domdirêj. PDK bi nêzîkatiya xwe ya li diyardeya Kurd, azadî, statûyê, dîsa ji bo ku di siyaseta Rojhilata Navîn de AKP ji xwe re partner hilbijart xwe radestî hêzên tarî kir.