Operasyona Tebqayê: Êrîşa çeteyan hate têkbirin, gelek çete hatin kuştin
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Ayid Kebîr hate têkbirin û herî kêm 7 çete hatin kuştin. Şervan ji aliyê rojhilat ve jî ber bi navenda Tebqayê ve dimeşin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Ayid Kebîr hate têkbirin û herî kêm 7 çete hatin kuştin. Şervan ji aliyê rojhilat ve jî ber bi navenda Tebqayê ve dimeşin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de tê lidarxistin, dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev xwestin êrîşî gundê Ayid Kebîr bikin, ku ev gund duh hatibû rizgarkirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiveke tund dan çeteyan û li ser vê yekê şerekî dijwar qewimî.
Di encama vî şerî de êrîşa çeteyan hate şikandin û 7 termên çeteyan li herêma di kontrola şervanan de man.
Şervanên QSD'ê ji aliyê rojhilatê bajarê Tebqayê ve jî bi pêş ve diçin. Şervanan bi kîlometreyeke din xwe nêzî bajêr kirin.