Operasyona qirkirina siyasî: 12 kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de ku ji Rihayê hatin birêvebirin 12 kes hatin destgîrkirin ku 9 ji wan parêzerin.

Polîsê Tirk danê sibehê li Riha û Amedê avêtin ser gelek mal û buroyên siyasetmedaran û parêzeran. Li Amedê polîsan avêtin ser mal û buroyên 4 parêzeran û piştî lêgerînê 2 parêzer destgîr kirin.

Li Rihayê di serdegirtinan de endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê parêzer Metîn Ozbadem, Hevseroka berê ya HDP'ê ya Bajêr parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, ji rêveberên berê yên HDP'ê Sedat Çelîk, endamê Meclîsa Şaredariya Sêwerekê yê HDP'î Îbrahîm Ayyildiz, xebatkarê Radyoya Karacadag a hate girtin Salîh Erbekler û parêzer Cemo Tuysuz, Emîn Baran, Huseyîn Îzol, Şeyhmûs Înal û Hîdayet Enmek hatin destgîrkirin.

Tê gotin ku parêzer û siyasetmedar bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hatine destgîrkirin.

Hate ragihandin ku hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde bibe.