Operasyona Şoreşgerî ya li Girê Cûdî

Li Girê Cûdî dor li leşkerên Tirk hate girtin. Weke ku gerîlayên li wê derê dibêjin, 'Ketin heye, derketin ji Girê Cûdî nîne'.

Gerîlayên ku 9’ê Tebaxê di saetên nîvro de li qada Girê Cûdî ya girêdayî herêma Rojavayê Zapê, li dijî hewldanên dagirkeriya artêşa Tirk operasyoneke şoreşgerî ya Egîdane lidar xistin. Di van rojên ku em nêzî salvegera 39’emîn a pêngava vejînê 15’ê Tebaxê dibin de, ku gelê Kurdistanê ji tunebûnê rizgar kir, agahiyên berfireh ên derbarê vê operasyona şoreşgerî hem têkildarî çeperê gerîla û hem jî têkildarî rewşa sûcdarê şer artêşa Tirk gelek tiştan dibêje.

Di saetên ku operasyona şoreşgerî dihat lidarxistin de, dewleta Tirk a dagirker civîna MGK’ê lidar dixist. Dema plansazkirin û hesabên qirêj dihatin kirin û heta dengê wan dihat qutkirin şer dikirin, Mehmetcîkên ku bi gotinan li esmanan nedidan, di pratîkê de bi benzînê şewitandin, di operasyona şoreşgerî ya gerîla de yek bi yek hatin cezakirin. Dema axaftinên ku ji zimanê xwe nedixistin, ên weke “Em ê têkoşînê bidomînin”, “Em ê heta wê demê biqedînin”, “Eger em bi dawî nekin, nizanim em çi bin”, “Êdî em hatin dawiyê” dubare dikirin, gerîla ne di gotinê de di pratîkê de peyama “Heta ku em nebêjin qediya ne qediyaye, em nû destpê dikin” dida. Di vê wateyê de ev operasyon, weke dem jî pir watedar e.

ÇAWANIYA HÊZA TIRK A OPERASYON Û REWŞA WÊ YA LI GIRÊ CÛDÎ

Artêşa Tirk ku bi gotina ya “Ya Allah” car din leşkerên xwe şand Girê Cûdî, plan dikir ku operasyonê bike. Di pozîsyona pêkanîna operasyonê de bûyîn, her tim di rewşa êrîşê de bûyîn, li araziyê serwerî çêkirin û avantaja gulebaranê peyda kirin e. Eger hûn hêzeke operasyonê bin, pêşî hûn dijminê xwe dixin pozîsyona parastinê, piştre hûn wê tasfiye dikin. Ger cewherê hêza operasyonê ev be, di rastiyê de gerîla ne 9’ê Tebaxê, 20’ê Tîrmehê; yanî em dikarin diyar bikin ku ji roja destpêkê ya operasyonê heta niha hêza sereke ya operasyonê ye. Ji ber ku hêza gerîla ya Girê Cûdî ji 20’ê Tîrmehê û vir ve taktîkek bi pirpêşbînî, biaqilane û bi koordîne daye meşandin.

Çalakiya ku di 9’ê Tebaxê de pêk hat, bêguman encama pêvajoyekê ye, ne operasyoneke tesadufî ye. Gerîla bi darbe, sûîqest, çekên giran û çalakiyên sabotajê her tim serweriya xwe ya di gulebaranê de parastiye. Leşkerên ku xwestin li çar aliyê axê belav bibin, bi dehan caran bûne hedefa segvanên YJA Starê. Ji ber vê yekê leşkerên ku li herêmê daketin, xwestin bi lez mewziyan çêbikin û xwe biparêzin. Yanî li qada ku bi gotina “em ê operasyonê bikin” hatineyê, ketin pozîsyona parastinê.

Gerîla ku dijminê xwe xistiye pozîsyona parastinê, di 9’ê Tebaxê de bi tarzê lêdana baz, bi ser van çeperan de çû û derbeyeke bê hempa ku wê dijminê xwe matmayî bike, lê xistiye. Di van çalakiyên ku 9 û 10’ê Tebaxê gelek taktîkên bi hev re hatin bikaranîn de, 31 leşker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn. ‘Dronên întîxarî’ yên artêşa Tirk ên ku di dema çalakiyê de çûn hewara leşkerên nikarin serê xwe rakin, ji aliyê gerîlayan ve hatin rûxandin. Gerîlayên ku di dema çalakiyê de ketin pey leşkerên Tirk ên xwestin birevin, li vir jî gelek leşker ceza kirin. Mudaxaleyî skorskyên ku hewl didan takviyeyê herêmê bikin, kirin û hemû neçar man ku yek bi yek paşde vegerin.

Yanî di encamê de li Girê Cûdî dor li leşkerên Tirk hate girtin. Mîna gotina gerîlayên ku niha li wir li ber xwe didin: Ketin heye, lê derketina ji Girê Cûdî tune ye.

Ev operasyona şoreşgerî, derbeya herî mezin bû ku artêşa Tirk di nava 20 rojan de li Girê Cûdî xwar. Wan bi xwe jî 9’ê Tebaxê di saetên şevê de, her çendî ku ne bi hejmara rast jî be agahiyên nasnameya leşkerên hatine cezakirin, parve kirin. Di daxuyaniya destpêkê gotin 2 leşker winda kirine, lê ber bi serê sibê ve bûn 5. Ev yek nîşan dide ku windahiyên artêşa Tirk gelek in. Mîna gotina gerîlayek ku bi salane li dijî artêşa Tirk şer dike, “Eger windahiyên wan 5 bin qet nadin, eger 10 bin 2’an didin, eger ji 20 zêdetir jî bin sabît 5 didin.” Artêşa Tirk bi rastî bi van hejmarên sabît ên ku bi mejiyê mirovan dilîzin, qaşo nêzî nirxên xwe yên herî pîroz dibin.

QAŞO GERÎLA ÇEND GULE REŞANDINE Û BI TESADUFÎ LI LEŞKERÊN WAN KETIN E!

Artêşa Tirk jî li hemberî çalakiyên gerîla û van operasyonên şoreşgerî yên bi bandor xwedî polîtîkayekî ye. Em dikarin ji vê re bibêjin polîtîkaya "weke ku nebûye nîşan bide, ger nikarî bikî navaroka wê vala bike.” Bi gotineke din, van çalakiyên gerîla yên pir plankirî, pir-dîsîplîn, bi koordîne û baş hesabkirî weke “agirê tacîzê” bi nav dikin û naveroka wan red dikin. Li vir wisa nîşan didin ku gerîla bi awayekî bêhemdî çend gule reşandine û li leşkerên wan ketiye. Bi gotineke din, çalakiyên ku bi operasyoneke leşkerî ya pir bilind hatiye pêk anîn bi hemû hêza xwe hewl didin ji rêzê û asayî nîşan bidin. Çawa ku di Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê de li ser fermandar Egîd û hevrêyên wî digotin “Karê çend eşqiyayan e”, îro jî bi van gotinan hewl didin hêza têkoşînê ya gerîlayê profesyonel biçûk bixin. Ji xwe dema ku ji vê çalakiyê re dibêjin ‘agirê tacîzê’ sûdê nade wan jî. Wê demê eger 5 leşkerên we di agirê tacîzê de bên kuştin, di çalakiyek giran de çend windahî hûn didin, wê ji we bêpirsîn. Di vê wateyê de artêşa Tirk li gel derewa xwe, di dîroka şer de weke artêşa ku di "agirê tacîzê" de herî zêde windahî dan, ketiye dîroka şer!

ŞERVANÊN FERMANDAR EGÎD, DIJMIN TÊK DIBIN

Eger fermandarên artêşa Tirk mirovên xwedî exlaqên şer bûna, wê heta niha şewqa xwe danîbana ber xwe û ji Girê Cudî vekşiyabana. Ji ber ew cara duyemîn vekişîn ji bo xwe qebûl nakin, ew tercîh dikin ku leşkerên xwe li wir terkî mirinê bikin. Gerîla bi biryar e ku bi ser bikeve. Zarokên herî xêrxwaz ên welatê me li dijî balafir, tank, kîmyewî, bombe, leşker, cerdevan, PDK, xayîn û hemû xerabiyên xwe berxwedana herî bi rûmet a serdemê nîşan didin. Li ser bingeha hêz û îradeya xwe bêyî ku xwe bispêrin kesî şer dikin. Bila ruhê Fermandar Egîd şad be; Şervanên wî dijmin têk dibin!