Omer Ocalan: Divê hêzên Kurd ji bo yekîtiyê hewl bidin

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser rewşa li Zînî Wertê û got, "Di nava raya giştî ya Kurdan de ji bo yekitiyê hewldanek mezin heye, divê hêzên Kurd jî li gorî vê hewldanê tevbigerin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Girava Îmraliyê tê girtin, piştî 21 salan yekem car bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Tecrîd 21 sal in bi rêk û pêk dewam dike. Axaftina bi telefonê ya Ocalan 27’ê Nîsanê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re 20-25 deqeyan dewam kir û peyamên girîng dan. Ocalan bal kişand ser Protokola 1982’yan a bi Herêma Kurdistana Federe kiribûn û ev peyam ji bo PKK, PDK û YNK’ê da û got: "Pêdiviya Kurdan a 'ev der ji min re ye, ew der ji te re ye tine ye'. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekitiyê heye."

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, tecrîd, axaftina telefonê û banga Ocalan ya ji bo yekîtiyê ji ANF’ê re nirxand.

'LI ÎMRALIYÊ BIRYARÊN SIYASÎ TÊN GIRTIN'

Ocalan anî ziman ku 21 sal in tecrîd bi rêk û pêk dewam dike û wiha axivî: "Tecrîd carna dişide carna jî bi bûyerên rojevê re nerm dibe. Nêzîkatiyên li hemberî Birêz Ocalan ne hiqûqî ye û cihê wê di hiqûqê de tine ye. Dewlet bi awayekî siyasî tevdigere û li gorî demê jî tecrîdê kûr dike. Hevdîtinên dawî yên di sala 2019’an de jî pêk hatin, di encama têkoşîna gelan de pêk hatin. Bi vê têkoşînê parêzeran û malbatê karî çend caran hevdîtinê pêk bînin. Piştî 21 salan Birêz Ocalan mafê xwe yê telefonê bi 20-25 deqeyan karî bikar bîne. Ev ne hiqûqî ye û binpêkirina mafê mirovan e. 21 sal e Birêz Ocalan ji hemû mafên xwe bêpar e û mafên rewa têne xespkirin. Ev nêzîkatiya siyasî ya li dijî Rêberê Gelan nayê qebûlkirin."

BANGÊN OCALAN YÊN JI BO YEKITIYÊ

Omer Ocalan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran ji bo yekitiya neteweyî bangên girîng dike û wiha pê de çû: "Ji destpêka Têkoşîna Gelê Kurd û vir ve Birêz Ocalan li ser yekitiya neteweyî kar dike û bangên girîng dike. Ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bê, Birêz Ocalan ji Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê demê yê YNK’ê Celal Talabanî re name şand û bal kişand ser ruhê yekitiyê. Birêz Ocalan di nameya xwe de anîbû ziman, 'Ev polîtikayên Kurdan bi Kurdan bidin şerkirin û kuştin e. Ti qezenca Kurdan di vê de tine ye. Ti feydeya van polîtîkayan ji bo gelê Tirkiyeyê jî tine ye. Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî ti partî û tevgerên Kurdan nekevin nava hesabê. Fikra, em şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me, ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekîtiya neteweyî esas bigirin. 40 sal in diviyabû yekîtiya Kurdan hebûya. Mirovên li wê derê dijîn Kurd in. Ger xwîn birije, wê kes nekaribe ji bin vê yekê derkeve. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo Hikûmeta Herêmê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbata Barzanî, malbata Talabanî, şexsiyet û hemû kesên li Başûr in. Pêdiviya Kurdan bi şer û rijandina xwînê tine ye. Pêdiviya Kurdan yekîtiyê heye. Pêdiviya Kurdan a ev der ji min re ye, ew der ji te re ye tine ye. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekîtiyê heye'. Li gorî min peyama herî mezin jî ev e."

RAGEŞIYA ZÎNÎ WERTÊ

Omer Ocalan destnîşan kir ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat hatin meşandin, lê belê bi destên hêzên navdewletî û navxweyî ev hatin astengkirin. Ocalan bibîrxist ku bir rêya telefonê Birêz Ocalan ji rageşiya Zînî Wertê agahdar dibe û balê dikêşe ser Protokola 1982’an de û wiha dom kir: "Birêz Ocalan bi rêya telefonê anî ziman ku 'Di sala 1982’an de li gel Îdrîs Barzanî wan protokol îmza kiriye ku di nava hêzên Kurdan de şer rû nede. Ji bo ku şerê birakujî û rageşî di nav Kurdan de dernekeve 38 sal berê me dabûn meşandin. Hewce heye ku li gorî demê ev bê nû kirin'. Weke em jî dişopînin tevgerên PDK’ê yên li Zînî Wertê zirerê dide yekitiya Kurdan. Birêz Ocalan li ser yekitiyê jî wiha dibêje, 'Divê Kurd li gel hev rûnin û pirsgirêkên hene di nava xwe de çareser bikin. Eger li Kurdistanê û Rojhilata Navîn Kurd bibin yek û yekitiya xwe ava bikin dikarin statuya xwe jî pêş bixin û dikarin destkeftiyên xwe biparêzin'. Li herêma Zînî Wertê ne tenê hêzên Kurd hezên din jî di nava planên cuda de ne. Eger hêzek Kurd di sedsala 21’an de bibe sedema şerê birakujiyê wê ti kes nekare hesabê ve yekê bide. Di nava raya giştî ya Kurdan de ji bo yekitiyê hewldanek mezin heye, divê hêzên Kurd jî li gorî vê hewldanê tevbigerin. Li herêma Zînî Wertê her roj civak, sazî û aliyên din yên Kurdan daxuyaniyê didin. Divê hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDK guh bide raya giştî û li gorî ruhê demê tevbigere. Divê rayedarên Başûr bi aqilek selim û berfireh bifikirin. Ti Kurdek ji rageşiya Zînî Wertê sûd nastîne û ji bo gelên Kurdistanê zirerek mezin e."

HEWLDANÊN DAGIRKIRINÊ

Omer Ocalan bibîrxist ku li çar aliyên Kurdistanê hewldana dagirkirinê hene û ev tişt got: "Dema ku Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê xwest serxwebûna xwe îlan bike Tirkiyeyê bi welatên din re hemû derî girtin û êrîşî Kurdan kirin. Bi hevkariya Tirkiye û Iraqê bajarê qedîm Kerkûk ji destê Kurdan girtin. Divê Kurd dest ji hevdu berdin û deskeftiyên xwe bi parêzin. Dema ku mirov li Başûrê Kurdistanê dinêre dibîne ku li her deverê wargehên leşkerî û wargehên MÎT’a Tirk hene. Ev hêz dixwazin pêşeroja Kurdistanê tarî bikin. Eger mirov birdozî û daxwaza Tirkiye bizane divê destpêkê mirov pêşiya vê yekê bigre. Dema Kurd li pey hesabên biçûk bigere bi rastî jî deskeftiyên Kurdan di talûkeyê de ye. Ti carê Komara Tirkiyeyê berjewendiyên Kurdan naxwaze. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê di heman hişmendiyê de ye. Komara Tirkiyeyê her demê hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan dibîne. Dibe di aliyê aborî û bazirganiyê de hevdîtinê PDK’ê bi Tirkiyeyê re hebe, lê mafê PDK’ê tine ye ku pêşeroja Kurdan radestî Tirkiyeyê bike. Eger ku ev têkilî di vê çarçoveyê de berdewam bike yê winda bike jî PDK ye."