Omer: Hewlêr ji koçberên ser sînor re got ‘terorîst’in

Parlamenterê Kurd Soran Omer ragihand ku Hewlêrê name ji bo Polonya, Elmanya û Yekîtiya Ewropayê re şandiye û koçberên ser sînorê Belarûs û Polonyayê weke ‘terorîst’ bi navkiriye.

Soran Omer di hilbijartinên dawî yên Iraqê de rêjeya dengên pêwîst ya ji bo parlamenteriyê bi destxistiye û piştî li Parlamentoya Iraqê sonda yasayî xwendin, wê bi fermî bibe parlamenter.

Parlamenterê Kurd Soran Omer derbarê helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê ya dijî penaberên Kurd ên ser sînorê Belarûs û Polonyayê asê mane, agahiyên girîng parvekir.

Soran Omer li ser hesabê xwe ya Facebookê,ragihand ku Hikumeta Herêma Kurdistanê bi rêya nûnertiyên xwe, ji welatên Ewropayê re name şandiye.

Soran dibêje, Hikmeta Herêmê di nameya xwe de koçberên Kurd yên ser sînorê Belarûs û Polonyayê, weke terorîst û sucdar binav kiriye. Her wiha beşek ji wan jî jin û zarok revandine, ji ber wê koçkirine.

HİZBA ŞUÎ KURDİSTAN: SEDEMÊ KOÇKIRINÊ BÊ EDALETÎ YE

Hizba Şuî Kurdistan ji bo balê bikişîne ser sedema koçkirina welatiyên Herêma Kurdistan a ber bi welatên Ewropayê ve li ber Baregeha Netewên Yekbûyî ya li Hewlêrê çalakiyek li darxist.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê Sekreterê Yekitiya Lawan a Şaxê Hewlêrê Raber Mexdîd ve hat dayîn.

Di daxuyaniya ku li ser navê Hizba Şuî Kurdistan hat dayîn de hat gotin; “Ji ber serma û birsîbûnê metirsiyek mezin li ser jiyana koçberên ku li ser sînorê Belarûs û Polonya heye. Ji bona wê daxwaz ji Netewên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî dikin bi erka xwe rabin û bi hewara koçberan ve herin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedemê koça welatiyên Herêma Kurdistanê, pêşîgirtina azadiyan, nebûna dadwerî, peydanekirina xizmetguzariyên sereke û derfetên kar e.

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin ku bi wan koçberên ku dixwazin vegerin re bibin alîkar û asankariyê ji wan re çêkin.