Omer: Eger welatiyên xwe yên çete nebin wê metirsî mezin bibe

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer ji dewletan xwest ku çeteyên xwe bibin. Omer got, "Naxwe wê metirsî mezin bibe."

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer ji dewletan xwest ku çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyê wan e, werbigirin. Omer hişyarî da ku ev nebe wê 'metirsî mezin bibe' û got, dadgeheke navneteweyî jî dikare bê pêşniyarkirin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer li ser rewşa çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî û çareseriyeke navneteweyî ji ANF'ê re axivî.

Ji kengî ve çeteyên DAÎŞ'ê û hevserên wan teslîmî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibin?

Ji dema rizgarkirina Kobanê û vir ve gelek çeteyên DAÎŞ'ê ketine destê QSD'ê. Di pêngavên Minbic, Tebqa, Reqa, Dêra Zorê de gelek çeteyên DAÎŞ'ê tevî malbatên xwe teslîmî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn an jî ji aliyê QSD'ê ve hatin girtin.

Niha çend çete li zindanan girtî ne?

Hejmara çeteyên DAÎŞ'ê yên ne ji Sûriyeyê ne yên li zindanên me, li gorî hefteya bihurî derdora 800 bû. Bi rizgarkirina gundê Baxozê re ev hejmar rojane zêde dibe. Bêguman ji van gelekî zêdetir çeteyên DAÎŞ'ê yên ji Sûriyeyê hene. Di destê me de çeteyên DAÎŞ'ê yên ji 49 welatan, hevser û zarokên wan hene.

Wekî din malbatên van hene. Hevser û malbatên çeteyên hem biyanî hem jî Sûriyeyî hene. Piraniya wan hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê ne ku li kampan hatine bicihkirin. Kamp ji xwe yên koçberan e. Em çawa nêzî koçberekî dibin, bi wî rengî nêzî wan dibin û heta ji me tê berpirsyariya xwe bi cih tînin. Çeteyên di zindanên me de ne jî em pêwîstiyên wan bi cih tînin.

Der barê çeteyên DAÎŞ'ê yên Sûriyeyî û malbatên wan de nêzîkatiyeke we ya çawa ya çareseriyê heye?

Çete, hevser û zarokên wan ên Sûriyeyê, di bin berpirsyariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Em çeteyên DAÎŞ'ê dişînin dadgehên gel. Jinên ku xwîn nerijandine, bi rêya rûspiyan û eşîrên wan, radestî civaka wan dikin.

Wekî din, ji bo jinûve perwerdekirina zarokên Sûriyeyî me li Holê navendeke perwerdeyê ava kir. Em li ser vê dixebitin. Em dikarin berpirsyariya xwe ya li pêşberî Sûriyeyiyan bi cih bînin.

Dewletên ku welatiyên wan li herêmên we ne, di vê mijarê de bi berpirsyariyên xwe radibin?

Mixabin civaka navneteweyî, hevkarên me yên têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê jî di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih nînin. Hem ji bo wergirtina wan, hem jî ji bo bicihanîna pêwîstiyên wan bi berpirsyariya xwe ranabin. Gelek malbatên DAÎŞ'ê niha li kampên penaberan e. Em çawa nêzî penaberan dibin, bi wî rengî nêzî wan jî dibin. Hewl didin di çarçoveya derfetên xwe de bersivê bidin pêwîstiyên wan. Em pêwîstiyên çeteyên li zindanan jî bi cih tînin. Lê belê ne civaka navneteweyî, dewlet û saziyên alîkariyê yên navneteweyî, ne jî Xaça Sor di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe ranabein.

Alîkariya ku heta niha kirine têra 5 ji sedî ya pêwîstiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî û malbatên wan nake. Em bi tena serê xwe vî barî radikin. Bi rastî jî hejmareke gelekî zêde ye. Nepêkane ku em karibin vî barî bi tena serê xwe rakin.

DAÎŞ metirsî û pirsgirêkeke navneteweyî bû. Hebûna hejmareke zêde ya çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku hîn statuya wê nehatiye qebûlkirin û gefên dagirkirinê lê tê xwarin, gelo ne pirsgirêkeke navneteweyî ye?

Ev rewş barekî giran e û metirsiyeke mezin e. Çawa ku hebûna DAÎŞ'ê li ser gelên herêmê metirsî bû, hebûna çeteyên DAÎŞ'ê yên biyanî jî rewşeke metirsîdar e. Di vê mijarê de em bi hêzên koalîsyonê re bi koordîneyî xebitîn. DAÎŞ weke 'dewlet' tine dibe. Niha yek ji pirsgirêkên herî mezin, çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma me girtî ne, hevser û zarokên wan e. Ev yek pirsgirêkeke navneteweyî ye. Ev jin û zarok li herêmên me ne, lê belê ev ne tenê metirsiye ji bo me, di heman demê de metirsiyeke ji bo qada navneteweyî.

Li xaka me ne û pirsgirêka Sûriyeyê jî hîn nehatiye çareserkirin. Aramiya siyasî hîn ne berbiçav e. Herêma me di bin metirsiya êrîşê ya dewleta Tirk û palpiştên wê de ye. Eger Tirk êrîşî vir bikin, ya jî şer derkeve, tevlîhevî çêbibe, hingî firsendeke mezin wê ji bo çeteyên DAÎŞ'ê derkeve holê ku ji girtîgehan birevin. Wê demê çeteyên birevin wê hem ji bo me hem jî ji bo qada navneteweyî bibin metirsiyeke mezin. Ji bo welatên jê hatine jî wê bibin metirsî, ji ber ku zarokên van çeteyan gelek in. Bawerim hejmara çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî, bi rizgarkirina gundê Baxozê re wê hezarî derbas bike. Piraniya van zarokan bi mejiyê çeteyên DAÎŞ'ê hatine perwerdekirin. Eger ev zarokên bi mejiyê terorê hatine perwerdekirin jinûve neyên perwerdekirin û tevlî civakên xwe neyên kirin, dema bê wê weke projeyên terorîstî derkevin pêşiya me. Ev rewş ji bo jinan jî derbas dibe.

Gelo ev metirsî çawa dikare ji holê bê rakirin?

Em; gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê di têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de berdêlên gelekî mezin dan. Çeteyên DAÎŞ'ê yên hatine girtin jî bi têkoşîneke ji bedelên mezin hatine girtin. Di nîqaşên me de yên bi çeteyên DAÎŞ'ê yên hatin girtin re, eşkere bû ku wê li gelek deverên Ewropayê çalakî bihatina kirin û me pêşî li hemûyan girtin. Me berpirsyariya xwe bi cih anîn û çeteyên DAIŞ'ê girtin.

Eger hêzên navneteweyî dixwazin pêşî li vê metirsiyê bigirin, pêwîste çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên wan e werbigirin. Pêwîste çeteyên DAÎŞ'ê dadgeh bikin, zarok û jinên wan ji nû ve perwerde bikin û li civakê vegerînin. Ev yek wê pêşî li metirsiyên mezin bigire. Eger ev neyê kirin, wê ji bo me jî ji wan jî metirsî mezintir bibe.

Desteya Têkiliyên Devre ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 49 welat welatiyên xwe yên li nava DAÎŞ'ê werbigirin, çi karê dîplomatîk dike?

Di destê me de çeteyên DAÎŞ'ê yên ji 49 welatan hene û belgeyên fermî yên li ser wan hene. Dosyayên li ser çeteyên DAÎŞ'ê û hevser û zarokên wan li ber destê me hene.

Li qada navneteweyî, ji bo îadekirina van çeteyên DAÎŞ'ê ji bo welatê wan, hevdîtin tên kirin. Em dixebitin ji bo wan bidin welatên wan. Mixabin ew welat berpirsyariya xwe bi cih nînin û welatiyên xwe nagirin.

Çima nagirin, daxuyaniyek di vî warî de didin?

Mixabin hêzên navneteweyî û hevparên me yên koalîsyonê -Ewropa jî di nav de- dibêjin ku çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên wan metirsîdar in, lewma nagirin. Dibêjin, 'Ew metirsîdar in, bila venegerin xaka me, bila li wir bimînin'. Ev yek şaşitiyeke mezin e.

Dubare dikim; girtîbûna çeteyên DAÎŞ'ê ji bo van welatan şensek e, lê belê mayina bi rengekî komî li welatekî, li cihekî ku hîn statuya wê nehatiye qebûlkirin û gef lê tê xwarin, metirsiyeke mezin e.

Heta niha hin welatan welatiyên xwe yên endamên DAÎŞş'ê ji we girtin û birin welatê xwe. Hûn dikarin hinekî agahî bidin?

Tenê hin devletan, kêm dewletan ev kir. Welatiyên xwe yên endamên çeteya DAÎŞ'ê birin, ku çeteyên birin, kêm bûn.

Rûsya gelek jinên bi eslê xwe Şîşan û zarok birin.

Endonezyayê malbateke mezin bir, ku malbat ji 72 kesan pêk dihat. Ev malbat ji dê û bav û zarokan pêk dihat, xwenda bûn û rewşa wan a aborî baş bû. Ew tenê hatibûn ku li dewleteke îslamî bijîn, hatibûn Sûriyê nav qadên DAÎŞ'ê. Piştre ji bo ber ku, ji bo 'Dewleta Îslamê' şer nekiribûn mêrên wan hatibûn girtin. Van di derfeta pêşî de ji zindanên wan baz da û xwe li hêzên QSD'ê girtin. Li ser vê em bi welatê wan re ketin têkiliyê û me ew radestî wan kir.

Me du jin û hin zarokên Sûdanî teslîmî welatê wan kir.

Jineke Emerîkî û 4 zarokên wan me radestî Emerîkayê kir.

5 çete, 11 jin û 3 zarokên Qezaxîstanê me teslîmî welatê wan kir.

Li gorî girtiyên di destê me de ev pir kêm in. Heta niha welatan berpirsyariya xwe bi cih neanîn û li van kesên ku welatiyê wan in xwedî derneketine.

Van demên dawî ji ber sedema ku dewletên têkildar welatiyên xwe nabin, pêşniyar tê kirin ku li qadên we dadgeheke navnetewî were avakirin û çeteyên DAÎŞ'ê li vir werin darizandin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk li ser vê çi difikire?

Wekî koalîsyon û dewletên Yekîtiya Ewropa xwe naxin bin vî barî, naxwe divê em alternatîveke dî bibînin. Mînak konferans an jî kongreyeke navdewletî dikare were kirin. Bi taybetî divê em nîqaş bikin bê ka em dikarin çareseriyeke çawa ji vê problemê re bibînin. Diyalogek dikare were danîn, bi rengê avakirina dadgeheke hevpar a navdewletî, gelek alternatîf dikarin werin danîn. Li ser vê mijarê gelek nîqaş dikarin werin kirin. Divê rêbazeke hevpar were danîn ji bo çareseriya vê arîşeyê.

Beriya niha li ser diyalogan bi rêya çapemeniyê û raya giştî me bang kiribû ku welatiyên xwe bibin. Trûmp li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang kiribû, xwestibû ku welatên Yekîtiya Ewropayê welatiyên xwe bibin. Piştre hemû welatên Ewropayê li ser vê mijarê bi helwesteke negatîf rabûn. Hemû dewletên Ewropayî gotin ew ê welatiyên xwe nbin. Wekî naxwazin, naxwe divê rêyeke dî ya alternatîfê were çêkirin, divê em aqilekî hevpar ku vê arîşeyê çareser bike deynin holê.

Baş e di vê mijarê de biryareke we ya fermî heye?

Em hin alternatîfan nîqaş dikin lê li ser pêşniyareke wiha me biryareke fermî nedaye. Li ser vê mijarê hevdîtin û diyalogên me didomin. Em tenê bi vî tiştî dizanin; çawa ku dewleta DAÎŞ'ê mîna arîşeyeke hevpar hate dîtin û li gorî vê tevgerek çêbû û bi vê re encamek derkete holê, ev problem bi vê re jî têkildar e. Divê bi diyalogan û fikra her kesî ya li ser vê mijarê divê çareseriyeke hevpar were danîn.

Heta niha me jî biryareke fermî li ser alternatîfa dadgeheke navnetewî nedaye. Niha di nav xwe de em nîqaşan didomînin.

Heke hûn dadgeheke wiha ya navnetewî pêşniyar bikin wê krîterên we çi bin?

Heke dadgeheke navnetewî çêbibe divê ev bi zemîneke navnetewî be. Divê zindan ji hêla civaka navnetewî ve werin avakirin. Her wiha divê ev dewlet pêdiviyên rojane yên van girtiyan dabîn bikin û vê ji bo xwe weke peywir bibînin. Divê berevaniyê li van dadgehan jî bike. Ji bo hevjînên DAÎŞ'iyan û zarokên wan divê kamp werin çêkirin, divê hewcehiyên wan jî werin dabînkirin û ji nû ve werin perwerdekirin. Divê civaka navnetewî van hemû tiştan bike û ev bi berpiryariya wan be.

Heke em dubare bikin, divê bi rêya kongre yan jî konferanseke navnetewî ev werin nîqaşkirin û rêyeke çareseriyê were dîtin. Em pê dizanin ku bar giran e û tenê em nikarin heq jê derkevin, hebûan wan a li herêmê ji bo civakê û civakên herêmê û ji bo neteweyên din talokeyeke mezin e. Divê em bi hev re çareser bikin. Lê dîsa jî li gorî me çareserî ew e ku ev dewlet welatiyên xwe bibin û li welatê xwe wan darizînin.''